TIL RIFAT – Ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê, îro xwendekar û mamosteyên navçeya Til Rifatê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin û banga paratina zarokan kirin.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rosêl Ebdilhemîd hate xwendin û wiha got:
“Qêrînên jinên Şengal, Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê û niha jî komkujiya ne mirovî li Til Rifatê dûbare dibe.
Aloziya aborî ku dagirker jê astengiya dibînin, roj bi roj xeteriyê li ser gelê me çêdikin.
Dewletên desthilatdar li Rojhilata Navîn û taybet li Rojavayê Kurdistanê pir dibin, li her derên ku Kurd lê dijîn dewleta Tirk êriş dike û komkujiyan derheqê wê de pêk bîne.
Di demên dawîn de êrişên dewleta Tirk li ser Til Rifatê ya birîndar kir ku di encama wê de 10 kes şehîd bûn ku piraniya wan zarok in, ev komkujî dê di dîroka dagirkeriya Tirk a reş de bê nivîsandin, em van êrişan şermezar dikin.
Ji bo rêxistin û saziyên navneteweyî û di serî de rêxistina UNCEF divê sînorekî ji van êrişan re deyîne .
Em wek mamoste û xwendekarên Til Rifatê van komkujiyên nemirovî li ser zarokan şermezar dikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan bidawî bû.”