SİLÊMANÎ – Li hola Tewar a bajarê Silêmaniyê Rêxistina Nîweger ji bo piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re bi dirûşma, “Eger nebim çek, dibim huner” pêşangeheke wêneyan li dar xist.
Beriya ku pêşangeh dest pê bike ji rêveberên Rêxistina Nîweger Kara Mihemed û Rûbar Ehmed tekildarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Rûbar Ehmed da zanîn ku ew wek Rêxistina Nîweger ji bo pêşxistina hunerî li gel çend hunermendên xwe yên dilxwaz ên Silêmaniyê pêşangeheke hunerî amade kirine. Rûbar Ehmed hunermendên navborî spas kir û wiha berdewam kir: “Van hunermendan ku ev tablo amede kirin, me jî plan kir di pêşangeheke wiha de nîşanî gel bidin. Di vê pêşangeha hunerî de me xwest em êş û azara tevahî gelê Kurd, bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê nîşanî tevahî welatiyên Kurdistanê bikin.
‘Divê Kurdên bi wijdan piştevaniya Rojava bikin’
Kara Mihemed jî yê di axaftina xwe pêşî bixêrhatina welatiyan kir, anî ziman ku hunermend pêşengên nifşekî civakê ne û diyar kir ew nifşekî bi wijdan in. Kara Mihemed da zanîn ku hunermendên Kurd piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikin û got: “Kurdên bi wijdan li ku derê cîhanê bin wê piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ev yek dibe derdekî ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û dibe piştevaniyek ji bo berxwedaniya Rojavayê Kurdistanê. Hunermendên Silêmaniyê û yên tevahî Başûrê Kurdistanê dikarin pêşangeheke rasteqîn a civakî bikin û dikarin êş û azara gelê Kurd bi lêv bikin.” Kara Mihemed di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li berxwedana Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.
‘Tabloya Hevrîn Xelef jî heye’
Pîştî daxuyaniyê deriyê pêşangehê hate vekirin û welatiyan bi eleqeyeke mezin li wêneyên ku behsa êşên Rojayayê Kurdistanê dike yek bi yek temaşe kirin. Di hola Tewar de bi giştî 25 tablo tên pêşandan.
Di nav wêneyên hatin pêşandan de Mihemedê ku bedena wî bi çekên fosfor ên dewleta Tirk a dagirker şewitîbû û Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Suriyeyê Hevrîn Xelef jî hene. Her wiha wêneyên jinên şerker ên Kurd û yên YPJ jî tên nîşandan.
Wêneyên di pêşengehê de ji aliyê 7 hunermendan ve hatine amadekirin.
Wê pêşangeh sibê jî ji saet 10.00 heta 17.00’an vekirîbe.