TIL TEMIR – Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û Cehbet el-Nusra ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanek bêhempa jî tê meşandin.
Şervanên YPJ’ê ji çeperên Berxwedanê ên li bajarê Til Temirê ku wan rojên dawî buye hedefa êrîşên dagirker peyamên giring dan ajansa me.
Şervanên YPJ’ê Ronas Amûde diyar kir ku wan êrîşên dagirkeriyê ne nû ye û wiha got: “Navê min Ronas Amûdê, ez di çeperên li Til Temirê cihê xwe digrim. Wekî tê zanîn dewleta tirk a dagirker bi hemû çeteyên xwe êrîş dike. Ev êrîşana ne nû ye. Ev bi salane ev êrîşana bi rêbazên cuda cuda tên pêşberî me. Li dijî gelê me êrîş pêk tên, zarokan qetil dikin, li dijî jinan kiryarên qirêj pêk tên. Li dijî wan em jî şer dikin. Pêşengê vî şerî jî şervanên YPJ’ê ne.
Xemli Zekiriya ku ji Efrînê Cindires tevlî nava refên YPJ’ê buye, destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker kujerê zarok û jina ye, û bang li hemû kesî kir ku tevlî refên têkoşînê bibin. Xemli diyar kir ku ew li dijî êrîşên dagirkeriyê axa xwe diparêzin. Xemli wiha berdewam kir: “Di rojên dawî de dewleta dagirker a tirk li Til Rifatê komkujiyek pêk anî. Bi dehan zarok hatin qetil kirin. Pêwiste li dijî vê têkoşînek bê meşandin. Taybet jinên ciwan pêwistin li dijî wan êrîşan rabin ser piya.”
Jinek Ciwan a ji pêkhateya Ereb ku di nava YPJ’ê cihê xwe digre wiha axivî: “Navê min Şilan Efrîn. Bi têkoşîna YPJ’ê êdî jin dikare azad bijîn, lê bi destê dewleta tirk a dagirker ev tişt dixwaze bê guhertin, disa dixwazin jinê bikin kole. Heta em hebin dagirker nikarin wan kiryarên xwe pêk binin.”
NC/Mazlum Yilmaz