NAVENDA NÛÇEYAN – Komelaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR)roja xwendekarên Îranê weke roja berxwedan û hesabpirsîna zordaran bi nav kir û wiha tê gotin; “Serdema serhildana gelan û serkeftina demokrasiyê yê ye. Divê ciwan û xwendekar heta gihiştina daxwazên xwe yên demokratîk têkoşînê berdewam bikin.”
Komelaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi boneya roja xwendekarên Îranê peyamek bi navnîşana; “Serdema serhildana gelan û serkeftina demokrasiyê ye” weşand.
Di peyamê de wiha tê gotin; “Roja xwendekaran meşxaleya berxwedan û hesabpirsîna zordarane. Di vê rojê de, xelkê Tehranê li dijî xiyaneta şah û destwerdena sermeyedarî rabûn. Xelkê mafxwaz ji aliyê hêzên parastina sermeyedariyê ve hate çewisandin. Ew xwendekarên ku ji sîsema paşayetî nerazîbûn, rastî êrişên çewisandinê yên artêşê hatin. Hikûmeta Îranê di demekî ku sermaya welatan talan dike ku gelên Îranê ji ber hejarî, bêkarî û dehan pirsgirêkên civakî yên kûr dinale, ji bo ciwanan derkef nayê dayîn û pirsgirêkên wan hene ku xwendina xwe berdewam bikin. Ji welat derdikevin û gelek jî wan jî ji ber bêhêviyê girêdayî madeyên hişber bûne.”
Di berdewama peyamê de wiha tê destnîşan kirin; “Nezîbûnên vê dema dawî yên gelên Îranê di rastiyê de nerazîbûn nîşaneya nebûna rewabûna vê rejîmê ye û bi vî awayî ber bi dawî ve diçe. Îro ciwan û xwendekar hêza çalak, şiyar û têkigihîştî ya civakê ne. Tevî şer, êşkence, komkujî û ev rewşa tejî tirs û zordar ya desthilatê xuliqandiye, divê erka xwe ya dîrokî pêk bînin. Li hemberî rejîma zilmdar û desthilata genî û qetilker bêdeng nemînin. Ciwan û jin hêza çalak a qada azadîxwaz a civakê ne. Divê bi yekdengî û yekgirtina dûr ji neteweperestî û mezhebgerî heta gihiştina daxwazên xwe yên demokrastiyê têkoşîn were berdewam kirin.”
Dîroka Roja Xwendekarên Îranê ji sala 1953’an ve destpê dike ku wê demê darbeyek siyasî pêk hatibû.