Eyn Îsa – Dewleta tirk ya dagirker ji 9’ê cotmehê ve li ser herêmên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe bê navber didomine. Li hemberî wê jî hêzên QSD, YPG, YPJ di çeperên şer de berxwedaneke bêhempa dide nîşan didin.
Li gel şervanan jî endamên Ciwanên Şoreşger hertim cihê xwe di çeperên pêş de digrin. Her wiha di nav bajaran jî xwe bi rêxistin dikin. Hin çek radikin û berê xwe didin çeperên pêş ên şer de, û hin jî di nav bajaran de çek radikin û ji bo parastina bajarên xwe bendê kontrolê û dewriyan di nav bajar de pêk tinin.
Nûçegihanê me serdana endamên Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên ji gelek herêman hatine Eyn Îsa kir û rewşa dawî ji wan pirs kir. Endaman ji ajansa me re diyarkirin ew ji bo parastina her herêmek xwe amade ne û wê di parastinê de cihê xwe di çeperên herî pêş de bigrin.
Her wiha ciwanên ku ji bajarên Reqqa, Tebqa, Dêra Zor, û gelek herêmên din teqez kirin ku ew nahêlin dewleta tirk ya dagirker bikeve ser vê axê. Herî dawî ciwanan bang li hemû Ciwanên Şoreşger li her derê kirin ku werin piştgiriya hevalên xwe di çeperan de bidin û berê xwe bidin çeperên berxwedanê.