BEXDAT – Hate ragihandin ku balafirên şer bombe li baregeheke Lîderê Şiî yê Ereb ê Iraqê Muqtade El Sadir û lîderê tevgera Sadir barand. Li gorî hinek çavkaniyan Mûqtade El Sadir bûye hedefa bombeyan, lê ev îdîa hê nehatiye piştrastkirin.
Muqtade El Sadir piştî mudaxeleya DYE’yê ya sala 2003’an a li Iraqê û şûnde artêşa Mehdî ava kir û li dijî DYE’yê şer kir. Ji ber ku li dijî Îranê ye, wer tê zanîn li dijî Îranê ye. Sadir, destekê dide xwepêşandanên deme dawî li Iraqê ku li herêmên Şiî yên Ereb tê lidarxistin.