QAMİŞLO – Li Dêrikê bi sedan şêniyên herêm û navçeyên wê 5 şervanên ku di Berxwedana Cenga Rojava de şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî veşartin. Di merasîmê de nasnameya şervanekî din ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû jî hate îlankirin.
Îro bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo cenazeyên şehîdan Firat Bozgurt (Agir Agirî), Çekdar Ayvalîk (Artêş Arkêş), Resûl (Delîl Çinar), Aydin Akar (Mahir Avaşîn), Welat Feysel (Rûbar) ku di Berxwedanên Serdemê û Rûmetê de şehîd bibûn wergirin, berê xwe dan nexweşxaneya Şehîd Hogir.
Piştî şêniyan cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin, bi awayekî girseyî ber bi Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik we bi rê ketin.
Merasîma girseyî bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka PYD’ê Ayşa Hiso axivî û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest.
Ayşa Hiso di axavtinên xwe de bal kişande ser metirsî û hesasiyeta pêvajoya ku tê re derbas dibin û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di şexsê Hevrîn, Amara û Barînan de hedefgirtina jina azad û têkoşer e. Lewre divê her kes bi erkên xwe, bi taybetî jî di vê pêvajoya dîrokî ya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, rabin.”
Di dawiya merasîmê de hate ragihandin ku şervanê bi navê Esmet Îsmaîl (Rizgar Dêrik) sala 2018’an di berxwedana serdemê de şehîd bûye.
Piştî axaftin bi dawî bûn, agahiyên derbarê şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.