NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li malpera xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyakirin ku wan li Enqere, Yozgat û Stenbolê çalakiyên ji agir pêk anîne. Di çalakiyan de 4 avahî, 1 tir û 1 fabrîk hedef hatin girtin.
Înîsyatîfa Zarokên Agir eşkere kir ku wan li Enqere, Yozgat û Stenbolê çalakiyên ji agir pêk anîne. Di encamê de li Stenbolê 3 avahiyên giredayî faşîst hatine şewitandin, li Yozgatê jî yek avahî. Disa li Stenbolê yek fabrîka û tirek tijî malzeme hatin şewitandin.
Deteyaên çalakiyan wiha ye:
“Înîsyatîfa me di 5’ê Kanûna 2019’an li Enqere 3 avahiyan da ber agir.
* Di 6’ê Kanûna 2019’an li Yozgatê 1 avahî hate şewitandin.
* Di 7’ê Kanûna 2019’an li Aydinê tirek tijî alav hate şewitandin. Tir bi temamî şewitî.
* Di 8’ê Kanûna 2019’an li navçeya Stenbolê Çatalca fabrikayek nixamtinê hate şewitandin, di encamê de xesarek mezin a maddî çêbû.”