STENBOL – Bi hezaran kedkarên li Qada Gel a Bakirkoyê li hev kom bûn, li dijî zem û meaşê kêm dengê xwe bilind kirin. Kedkaran diyar kirin ku dixwazin bi mirovî bijîn û wiha gotin: “Ew mistek in, lê em bi milyonan in. Hêza me yekîtiya me ye.”
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi dirûşmeya “Em dixwazin bi mirovî bijîn” li Qada Gel a Bakirkoyê mîtîngê li dar xist. Bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Bi hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn dirûşmeyên “Ne ji şer re, ji kedkaran re butçe”, “Bila tecrid bi dawî bibe”, “Em dixwazin bi mirovî bijîn”, “Em li goristanê teqawît nabin”, “Heqê mirovî û baca bi edalet” “Ked, rûmet û Adalet” û “Em ne kole ne, em karker in”berz kirin.
Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê komîteya Amedekar û endamê MYK’a DİSK’ê Kamber Saygili axivî û wiha got: “17 salin em di bin zextên îqtîdarê de dijîn. Em dixwazin êdî bi mirovî bijîn. Hêza em vê pêvajoyê biguherînin heye. Em wekî hêza ked û demokrasiyê ji niha û şûnde emê li dijî krîza aborî têkoşîna xwe bilind bikin.”
Piştre li ser navê Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê Endama KESK’ê Ozlem Tolu û Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê Osman Ozturk xwend. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di hefteyên damî de zemek zêde hatiye û ji sedî 1’ê tirkiyeyê ji sedî 54’ê serwetê di deste xwe de digirin. Ji sedî 92 baca wan kedkar didin. Yên ji bo pirsgirêka Kurd rêya aştiyane dixwazin wan bêdeng dikin. Peyva aştî û şer qedexe dikin. Mafê bijartin û hilbijartinê ji dest digirin. Şaredaran ji kar dûr dixin. Qeyûm tayînî şûna wan dikin. Lê em ne bêçare ne. Ji ber ku ew gulmek in. Ew mistek in. Lê em bi milyonan in. Hêza me yekîtima me ye.”
Mîting piştî axaftinan bi koma Muzîkê ya Vardiya bi dawî bû.
Sabri Işik û Onder Kakmaz ên beriya mîtîngê hatin binçavkirin piştî mîtîng bi dawî bû serbest hatin berdan.