NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê TÛHAY-DER’ê Mazlûm Koç bi rêya hevjîna xwe Sîdar Koç zextên li girtîgehan eşkere kir.
Mazlûm Koç diyar kir ku di 8’ê Kanûınê de bi telefonê bi hevjîna xwe axiviye û ligel ku hevjîna wî du caran daxwazname nivîsandiye jî, wê nabin nexweşxaneyê.
Koç got ku “Em dixwazin miameleyeke mirovane bi girtiyan re bikin. Em dixwazin mafên wan ên qanûnî were pêkanîn. Dema ku ev kes nexweş bikevin, divê ji bo tedawiyê sewqa wan were kirin.”
GIRTÎGEHA KALKANDEREYÊ
Hate hînbûn ku li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê bi hincetên kêfî du rojan carekê gardiyan diavêjin ser qawîşan.
Girtiyan diyar kirin ku bêhnstendina li hewşikê û xebatên wan ên sporê jî tê astengkirin.