SILÊMANÎ – Rêkxirawî Jiyanewe ya Gencan (Rêxistina Vejînê ya Ciwanan) bi hevkariya Navenda Hevsengiya Zayendî têkildarî maf û azadiyan û pirsgirêka azadiyê ya jinê semînerek ji bo xwendekarên zankoya Silêmanî hate dayîn. Semînera ji aliyê çalakvan û rojnamevan Roza Tatanî ve hate dayîn de îşaret bi girîngiya maf û azadiyan, têkoşîna azadiya jinê hate kirin.
Çalakî û xebatên perwerdê yên bi armanca têkoşîna dijî şîdeta li ser jinê yên li Herêma Kurdistanê dewam dikin. Bi vê armancê îro, di derdora saet 10.30’ê sibehê de, Rêkxirawî Jiyanewe ya Gencan bi hevkariya Navenda Hevsengiya Zayendî li Koleja Perwerdeya Seretayî ya Zankoya Silêmanî semînerek rêxistin kir. Semînera ku ji aliyê çalakvan û rojnamevan Roza Tatanî ve hate dayîn, bi beşdariya 150 xwendekaran birêve çû.
Beriya ku semîner destpê bike, xwendekareke zankoyê Emel Emîn helbestek li ser jinê xwend. Piştî xwendina helbestê Roza Tatanî dest bi dayîna semînerê kir.
Tatanî di destpêka axaftina xwede bi pirsên weke, “Weke ferd pirsgirêkên me çine? Weke kes li Rojhilata Navîn û Kurdistanê mafên me yên sereke û divê em bidestibixin çine?, destpê kir û wiha ev tişt got, “Em weke Kurd rastî gelek komkujî û qirkirina hatine. Ji ber vê divê em bizanin li gorî Beyannameyên Mafê Mirovan ên cîhanî de çi maf tên naskirin û emd ikarin mafeke çawa bidest bixin. Mafê herkesê heye ku di welatê xwede azad, demokratîk û aram bijî.”
Têkildarî binpêkirina mafên serekî yên jinê jî Tatanî wiha axivî, “Divê em weke jin bi ti awayî nêzîkatiyên ne mirovane yên li dijî xwe qebûl nekin. Em weke jin li gorî têxwestin li pey mafê xwe naçin. Em nikarin li dijî zêhniyeta zilamsalar bisekinin. Nimûne jin nikarin di hilbijartina şêwazê cil û bergên xwede azad tevbigere, bi tenê bigere û nikare bi azadî jî fikrên xwe bîne ziman. “
Roza Tatanî diyar kir divê êdî zilam rêz li îrade û fikrên jinê bigire û got, “Divê êdî zilam rêz li îrade û fikrên jinê bigire. Divê jin jî êdî serî ji zêhniyeta zilamsalar re netewîne. Divê em li pey mafên xwe yên sereke bikevin û bikevin nava lêgerîna azadiyê.”
Piştî axaftina Roza Tatanî bersiva pirsên xwendekaran ên têkildarî mijarê da. Piştî semîner bi dawî bû, 30 pirtûkên Jineolojî (Zanista Jinê) li ser xwendekaran hate belavkirin.