QAMİŞLO – Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê didomin. Hemû pêkhateyên ji civakê li dijî dagirkeriyê helwesta xwe raber dikin, ji Şerê gel ê Şoreşgerî re pêşengtî dikin. Taybet ciwan di kozikên herî pêş de cihê xwe digrin û di her xebatî de pêşengtî dikin. Endamên Navenda Çand û Huner a Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo Ahmed Abdullah/Şiyar Kîkî û Jina Ciwan a bi navê Sara Mihemed ji ajansa me re derbarê êrîşên dagirker axivîn.
Endamê Navenda Çand û Huner a Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo Ahmed Abdullah derbarê êrîşên dagireriya dewleta Tirk ên li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê de nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û wiha: “ Di dest pêka ku Şoreşa Rojava hatiye kir û heya niha êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojava ne sekinîne, her bi rêbazên cüda cüda êrîşên xwe yên hovane berdewam dike, divê her kes li beramberî van êrîşan têkeve nava berxwedanê.
Ahmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Çawa ku di 2014’an de bi rihê Arîn Mîrkan me çeteyên dewleta Tirk têk bir, Îro jî bi rihê Hevrînan em ê dewleta Tirk a dagirker bin bixin”.
Her wiha Jina Ciwan a bi navê Sara Mihemed jî nerînên xwe ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Ev dewletê derve ne ku dixwazin alîkariya me bikin, tenê ji bo berjewendiyên xwe ne, ji bo ku axa Kurdan ji xwe re parvekin. Divê em Kurd bibin yek.
Sara di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bangî hemû Jinên Kurd dikim werin tevlî berxwedaniyê bibin û zincîra koletiyê bişkînin”.
Di heman demê de Ciwanê bi navê Şiyar Kîkî jî derbarê hovîtiya dewleta Tirk a ku li ser axa Rojavayê Kurdistanê dide meşandin ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman: “ Armanca êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurda çiye? Dixwaze dawiya Kurda bîne, di Efrînê, SerêKaniyê, Girê Spî de xuya kir çawa ku bi awayekî hovane êrîşî Kurdan kir, Mal û Milk Şewitandin, me Koçber kirin, dixwaze koçberên ku derveyi herêm li axa me wan bi cih bike, dizî dikin, talan dikin. Çi Kurdê ku li axa xwe jiyan dike dixwaze wan koçber bike, da ku wan tüne bike.
Her wiha ev dewletên derve ku dibêjin em ê biçin alîkariya Kurda bikin li Rojava. Ew dewlet nayên ji bo alîkariya me, tên ji bo ku petrolê bi parêzin ji bo bercewendiyên xwe. Ger ku petrol tuneba ne Amerîka, ne jî Rusiya dixwestin werin vir, hatina wan ji bo petrolê ye. Em bi hêvî ne yekîtî çêbe.