ENQERE – Xwendekarê Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqerê (DTCF) Ûlaş Can Taylan Argûç, rastî êrîşa komek nijatperest hat.
Li Enqerê, di demên dawî de êrîşên li dijî xwendekarên Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqerê (DTCF) çepgir, sosyalîst û welatparêz ji rojevê dernakeve. Xwendekarê Zanîngehê Ûlaş Can Taylan Argûç, duh rastî êrîşa komeke nîjatperest hat. Argûç derbarê êrîşê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Taylan, diyar kir ku di derketina metro ya Sihhiyê de li benda hevalekê xwe bû û wiha axivî: “Abdurrahman G. û Fûrkan D. ên gef û êrîşên li dijî xwendekarên çepgir ên zanîngehê sor dikin û kesê bi navê Kûbîlay ê jê re dibêjin ‘reîs’ ji nişka ve paşve êrîşî min kirin. Dest bi lêdana min kirin. Min jî bersiv da wan. Vê carê ji min re gotin ev PKK’iye. Ji ber vê esnafên derdorê jî bertek nîşanî min dan. Berê jî hin esnafên wê derê bi kêra donerê êrîşî xwendekarên şoreşger kiribûn. Piştî ku hevalê min hat ev kom reviya. Piştî êrîşê ez û hevalê xwe çûn dibîstanê. Ligel ku agahî ji bo polîsan hat dayîn, polîs nehatin cihê bûyerê.”
HESTIYÊ HINARKÊ RÛYÊ WÎ ŞIKANDIN
Argûç, da zanîn ku piştî demekê ji dibîstanê diçe nexweşxanê û wiha got: “Bijîşkan ez muayene kirim û gotin hestiyê hinarkê rûyê te şikestiye. Ez dûre bi polîsan re çûm qereqolê û min darbarê kesên êrîşî min kirin de gilî kir. Ligel kum in giliyê wan kir jî, ez bi gumanim ku ceza nedin wan. Ji ber ku me weke terorîst nîşan didin, min ne bawere ku ceza bigirin. Lê em tenê xwendekarin.”
‘RÊVEBERIYA ZANÎNGEHÊ BÊDENG MA’
Argûç ê di heman demê de Endamê Meclîsa Komîna xwendekarên DTFC’ê avakirin, derbarê rewşa giştî ya zanîngehê de jî agahî dan. Argûç, dest nîşan kir ku rojeva Tirkiyeyê çawan tê guhertin, ji sala 2016’an ve dibistana wa jî, li gorî wê vê rojevê tê guhertin û êrîşên faşîzane lê zêde bûne. Argûç, wiha behsa rewşa li dibîstanê tê jiyîn kir: “Endamên Ocaxên Ulku, Ocaxên Tirk û Yekitiya Ciwanên Tirkiyê (TGB), ji bo ku êrîşî xwendekarên şoreşger û demokrat bikin, her tim amadene. Li ser tora medya civakî xwe bi saz dikin. Bi dehan çar gef li me xwarin û bi pergalî êrîş dikin.”
Argûç bal kişand ser helwesta rêveberiya zanîngehê ya li dijî êrîşan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya zanîngehê li dijî van êrîşan tim bêdeng dimîne. Tu caran wan ceza nakin. Dema ku bûyer derdikevin jî, bangî polîsan dikin. Polîsên ku dikevin dibistanê jî tenê berê xwe didin me. Tenê mudaxileyî xwendekarên şoreşger dikin. Lê bi tu awayî mudaxileyî komên rastgir nakin.”