RIHA – Çîçek Kobanê ku birîndarî ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker dîl hatibû girtin û niha jî di girtîgehê de ye, nayê tedawîkirin. Dayik Vahîde Temo, destnîşan kir ku keça wê nikare bi tena serê xwe bijî û keça wê nayê tedawîkirin.
Di 21’ê Cotmehê de li li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ji hêla çeteyên dewleta tirk a dagirker yê DAIŞ û El-Nusra ve hatibû binçavkirin. Çîçek Kobanê, bi birîndarî dîl hatibû girtin û dîmenên îşkencekirina wê li ser medyaya civakiyî hatibûn parvekirin. Paşê Kobanê birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.
Temo, da zanîn ku ji roja keça wê hatiye girtin cara ewil di hevdîtina vekirî de keça xwe dîtiye û got: “Gava çûm girtîgehê min fêm kir ku hatiye îşkencekirin. Keça min ji min re got, ‘Yekî ji wan destê xwe xistibû qirika min û dixwest min bifetisîne. Hema bêje heta 5 deqeyan jî bi ser hişê xwe ve nehatim.'”
Dayik Vahîde Temo, anî ziman ku piştî keça wê hatiye girtin çûne girtîgehê. Temo, diyar kir ku keça wê gotiye gava hatiye zevtkirin îşkence lê hatiye kirin û hîn jî dewsa îşkenceyê li ser canê wê heye. Dayik Temo, destnîşan kir ku keça wê nayê tedawîkirin û ji ber vê dest û piyên wê werimîne.
Temo, bibîr xist ku bêyî tedawîkirina keça wê biqede hatiye girtin û got: “Keça min ji nigê xwe yê rastê ji du cihan birîndar bûye. Platîn xistine nigê wê. Ji ber vê nikare nigê xwe bileqîne. Nikare xwarinê bixwe. Dermanên wê qediyane. Her roj serî li îdareya girtîgehê dide, lê wê eware dikin û nabin.”
Temo, got: “Keça min û kesên li Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatine dîlgirtin di heman odê de ne. Hevalên wê alîkariya wê dikin.”
Temo, xwest keça wê bê tedawîkirin.