BAB – Li taxa Kornîş a herêma Babê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema derbasbûna wesayita çeteyan de teqînek pêk hat. Di encama teqînê de du çete birîndar bûn.
Şêniyên herêmê beriya çend rojan li dijî dewleta Tirk û çeteyan rabûn ser piyan. Artêşa Tirk û çeteyên wan jî bi çekan êrişî şêniyan kiribûn û gelek kes kuştibûn û birîndar kiribûn.