NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkildarî mijarê agahî par ve kir.
QSD’ê ev agahî da: ”Yekîneyên me yên Dij-Teror, piştî şopandinek dirêj, li dijî komên ku ji bo şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi bazirganiya der-qanûnî amûrên lojîstîk, çek û cebilxane peyda dikirin operasyonek berfireh lidar xistin.
Hêzên me, xetên lojîstîk û cebilxaneyên DAÎŞ’ê û endamên vê tora bazirganiyê kirin hedef ku çeteyan û alavên wan ên di êrîşên xwe yên terorî li ser gel bikar dianîn û di encam de ev tor hat berterefkirin. Gelek kesên ku tespît bû tevlî nav kar û barên miştexvaniyê bûne û hejmarek ji çeteyan hatin girtin.
Her wiha mîqdarek gelek mezin ji çek, cebilxane, amûrên pêwendiyê û dokûmanên rêxistinî hatin desteserkirin.
Bi operasyona serkeftî, pêşî li gelek êrîşên ku koma çete amade dikir hat girtin.”