MÊRDÎN – Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat binçavkirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê vê sibehê polîsên dagirker bi ser mala Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ku di 4’ê mijdarê de li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û Cîgira Hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de girt. Polîsên dagirker li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Yilmaz û Sulhan binçav kirin.
Hat zanîn ku Yilmaz û Sulhan di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Têkildarî binçavkirina Yilmaz û Sulhan agahî nedan parêzerên wan.
Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan bi ser mala Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek de jî girtine û ji ber ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.