AMED – Cenazeyê Gerillayê HPG’ê Mûsa Kalkan ê ku di operasyonên dagirkeriyê de şehîd ketibû, li gundê Dêran ê navçeya Pîranê hat definkirin.
Cenazeyê endamê HPG’ê Mûsa Kalkan ê di encama operasyonên dagirkeriyê ku di navbera 7-8’ê Kanûnê de li Herema Şênê ya di navbera Amed, Çewlik û Mûşê hatibû lidarxistin de şehîd ketibû, radestî malbatî wî hat kirin. Malbatê piştî ku cenazeyê kurê xwe wergirt, duh li gundê Dêran ê navçeya Pîran a Amedê defin kir. Malbat û gundî beşdarî merasîma cenaze bûn. Derdora goristana gund ji aliyê leşkerên dagirker ve hat dorpêçkirin.
Malbatê ji bo kurê xwe şînê li Mala Şînê ya Têrkan a navçeya Rêzan a Amedê danî.