ŞIRNEX – Zarokê 13 salî yê bi navê Ferhat Şengîl, li nêzî Dibistana Navîn a Yenîşehîr a Silopiya ya Şirnexê ji hêla kes an jî kesên nenas ve hate qetilkirin.
Welatiyên ku piştî êrîşê hatin cihê bûyerê, zarok Şengîl bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî Şengîl jiyana xwe ji dest da.
Tê îdiakirin ku zarok Ferhat Şengîl ji ber dozeke xwîndariyê hatiye qetilkirin.