ENQERE – Rûniştina biryarê ya dozê ku di nava raya giştî de weke ‘Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê’ tê naskirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Begum Erdogan keça Namik Erdogan ku yek ji 19 kesên hatin înfazkirine û gelek kes tevlî rûniştinê bûn.
Dozgeriyê îdîa kir ku Ayhan Çarkin ispatek pêşkêş nekiriye, lewma rewş bi rengekî eşkere nehatiye diyarkirin. Dozger xwest dosya Mahmût Yildirim bê cudakirin û bersûcên din bên berdan.
Xizmên windayan jî nerazîbûn nîşanî biryarê dan û gotin, “Em zanin ku edalet li vê deverê pêk nayê. Bersûc ji van bûyerên kuştinê hemûyan berpirsyar in. Ew di wijdanê me de mehkûm bûn.”