AGIRÎ – Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Nurullah Uzgun du roj berê dema ji Wanê diçû Agiriyê li navçeya Hamûr a Agiriyê di rê de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Uzgun ê demek agahî jê nehat girtin hatiye girtin.
Uzgun di çarçoveya lêpirsînek Dozgeriya Stenbolê da destpêkirin de hatiye binçavkirin û piştî bi rêya dîmen îfade daye dadgeha Stenbolê derbarê wî de biryara girtinê hatiye dayîn û ew şandine Girtîgeha Agiriyê.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ilyas ê paşnavê wî nehat zanîn jî ku di heman otobusê de hatibû binçavkirin agahî jê nayên girtin.