AGIRÎ – Li navçeya Panosê ya Agiriyê cendirmeyan bi ser gundên Gamêşvan, Siltanmût û Nenecanî de girtin û avêtin ser malan. Di serdegirina malan de 9 welatî binçavkirin.
Hinceta destgîrkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Panosê.
Ji kesên hatine destgîrkirin navên 3 kesan wiha ye: Adem Riza Yildiz, Ramazan Dînç û Dursun Aktepe.