NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê di 11’ê Kanûnê de li gel rojnameger Azîz Orûç, Hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û welatî Muhammet Îkram Muftuoglu hatibûn destgîrkirin. Îfadeyên Ekelek û Muftugolû yên li emniyetê bi dawî bûn û wan birin Dadgeha Bazîdê û derxistin dozgeriyê.
Piştî îfadeyên Ekelek û Muftuoglû li dadgehê bi dawî bûn bi îdîaya “Alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Agirî.
BIRYARA ‘NEPEN’ DANÎN SER DOSYEYA ORÛÇ
Lêpirsîna rojnameger Azîz Orûç li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê hêj didome. Hat zanîn ku biryara “nepen” danîne ser dosyeya Orûç û qedexeya ser parêzer nikare wî bibîne jî didome.