NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî di nava çend rojên borî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heb di nava kekan de hate dîtin. Herwiha li ser torên civakî gelek dîmen û wêneyên kekên ku heb di nav de hatine dîtin hatin parvekirin.
Yekem car agahiya dîtina heban di nava kekan de li bajarê Pîranşarê hat. Lê, rayedarên parêzgeha Umriyê ya Rojhilatê Kurdistanê red kirin.
Lê, piştî ku li parêzgehên Sîstan, Belûçistan û Kirman heb di nava çend curên kekan de hatin dîtin û 12 xwendevan ji ber bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê, agahiyên dîtina heban di nava kekan de deng veda.
Piştre Wezareta Tenduristiyê ya Îranê agahî piştrast kir û ragihand ku ev kar bi armanc hatiye kirin û ji derveyî kargehan hatiye kirin. Wezaretê eşkere kir ku di nava 12 cûrên kekan de heb hatine dîtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê destnîşan kir ku di derbarê mijarê de lêkolînê destpê kiriye, lê red kir ku heb madeyên hişber be.
Rayedarên Dezgeha Dad a li Parêzgeha Kirman ragihandin ku bi belavbûna van cûrên kekan re 4 kes hatine binçavkirin û tên lêpirsîn kirin.
He rwiha îro Zaningeha Zanistên Bijîşkî ya Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê gotin ku li gorî lêkolînên kirine hebûna heban di nava çend cûrên kekan de hatiye piştrast kirin.
Her wiha Zaningeha Bijîşkî ya Îlamê li ser mijarê hişyarî daye welatiyan ku xwe ji kirîn û bikaranîna wan cûrên kekan dûr bigirin.
Tê gotin ku ew cûrên kekan li Îranê tên çêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji berî niha li Başûrê Kurdistanê jî di nava kekên Tirkî de heb hatibûn dîtin.