BEHDÎNAN – Navedan Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî da:
‘LI HEZEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN’
“Bi çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever hêzên me 9’ê Kanûnê li qada Şehîd Botan a Hezexê ya Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker bi teknîka sabotajê çalakiyek kirine. Di çalakiyê de ya li ser yekîneya dijmin, derbeke serkeftî li dijmin hatiye xistin, 1 jê efser û 1 jê çawîşê pispor 3 leşker hatine kuştin û 9 leşker jî bi giranî birîndar bûne. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi sax û silamet gihaştiye qadên baregehên xwe.
LI ÇEPER Û KOZIKAN HATE XISTIN
Bi çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronay hêzên me 13’ê Kanûnê saet 11.00’an li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û strayenên dijmin ên li gir hatine xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend mirine û çend birîndar bûne zelal nebûye. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi balafirên şer qad dane ber bombeyan. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anîn bi sax û silamet gihaştiye ser qadên baregehên xwe.
Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî anîne ser Qadên Parastinê yên medyayê. Bi vê çarçoweyê;
11’ê Kanûnê balafirên şer saet 17.00’an qadên Şehîd Şeref û Sinînê yên Xakûrkê bombe kirine.
12’ê Kanûnê balafirên şer saet 15.00’an qada Tepê Sor a herêma Avaşînê û Şikefta Brîndaran a herêma Zapê bombe kirine
Di van bombebaranan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.
NASNAMEYA 3 GERÎLAYAN HATIN EŞKEREKIRIN
Me di daxuyaniya xwe di 29’ê Cotmehê de diyar kiribû ku di 20’ê Cotmehê de di navbera Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê û Wêranşara Rihayê artêşa Tirk a dagirker operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me li hemberî vê operasyonê çalakî li dar xistibûn û di vê çalakiyê de 14 polîsên tevgera taybet hatibûn kuştin. Di vê çalakiyê de 3 hevalên me bi qehremanî şehîd bûbûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Erîş Qoser Nav û Paşnav: Hîkmet Eren Cihê Jidayikbûnê: Mêrdşn Navê Dayikê -Bav: Xezalî – Mehmet Beşîr Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019 |
Eriş – Hikmet Eren
Nasnav: Hamza Tolhildan Nav û Paşnav: Mûstafa Akış Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayikê- Bav: Zerga – Siyamend Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019 |
Hamza – Mustafa Akiş
Nasnav: Şervan Qerejdax Nav û Paşnav: Alî Derîn Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayikê -Bav: Gulbeyan – Seydo Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn- 20’ê Cotmeha 2019 |
Şervan – Alî Derîn
Hevalên me Êrîş, Hamza û Şervan li hemberî şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst di demên cihê de tevlî nav refên gerîlayan bûne. Rêhevalên me ji cerga ku tevlî nav refan bûne, bi awayekî fedaî tevgeriyane. Hevalên me bi keda xwe ya hêja bûne qehreman û milîtanên Rêber Apo. Hevalên me li hemberî dijmin bênavber têkoşiyane û di operasyoneke artêşa Tirk a dagirker derbê giran li dijmin dane û tevlî nav refên şehîdên nemir bûne.
Em hevalên xwe Êrîş, Hamza û Şervan bi hurmet bi bîr tînin û malbatên hevalên me yên hêja di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya têkoşînê ya rêhevalên xwe bi serfirazî li ba bikin.
ÇEKDAR BILÎCAN DÎL KETIYE DESTÊ DIJMIN
Me di daxuyaniya xwe ya di 31’ê Cotmehê de diyar kiribû ku di 7’ê Cotmehê de li qada Şifreza ya Çelêya Colemêrgê di navbera hêzên me û dagirkeran şer çêbûye û me nasnameya 3 hevalên xwe eşkere kiribû yên ku di vî şerî de şehîd bûbûn. Hevalê me Çekdar Bilîcan (Mikaîl Ozdînç) şehîd nebûye û dîl ketiye destê dijmin.