KOLN – Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad di çarçoveya hamleya ‘Nehêle’ di 13’ê Kanûnê de konser ji bo ciwanan organize kir. Konsera ku bi sedan ciwan tevlîbûn li Kolnê salona Eurosaal hate lidar xistin. Konser bi şiyara “Nehêle Rojava bê dagir kirin” pêk hat.
Di konserê de hunermendên wek Erdogan Emir, S.Castro, Serhado, Hozan Berîvan û Grup Seyran yek bi yek derketi ser dikê. Li ber stranan govend hate gerandin. Ciwanan di konserê de helbest xwendin. Her wiha derbarê rewşa dawî a siyasî û derbarê nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sinevizyon hate temaşe kirin. Li ser navê TCŞ Ali Mahsun Pazarcık pêvajoya dawî nirxandin û bal kişand ser erk û berpirsyartiyên ciwanan.
Konser heta şev berdewam kir û bi gerandina govend û avêtina sloganan bi dawî bû.