BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîla yên li herêmên Heftanîn û Xakurkê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike hêzên me yên YJA Starê di 13’ê Kanûnê de saet 14:20’î li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Konferansê ya Mezin çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargerhên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.
Di 14’ê Kanûnê de saet di 14:30’î de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn xistin. Hejmara leşkerên ku di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Heman rojê saet di 15:45’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Derwêş çalakî pêk anîn. Derbên giran li dijminê li ser girêhate xistin. Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakirin.”-