QAMIŞLO – Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve dewleta tirk a dagirker êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. Nûçegihanê me ruxmê êrîşên dagirkeriyê çûn serdana Navenda Çand û Hunerê a bajarê Qamişlo û xebatê çand û hunerê ku jinên ciwan pêşengtiyê jê re dike şopand.
Berav Hasan ku wek rêveberiya Navenda Çand û Hunerê a Qamişlo cihê xwe digre, hem jî di nava xebatê şano de rol digre ji ajansa me re axivî. Berav diyar kir ku ev êrîşên dagirkeriyê dirokî ye û ev lê zedê kir: “Ev êrîşên dagirkeriyê ne nû ye, di 2019’an ev êrîş destpê nekiriye. Ev sedsala ne Gelê Kurd di nava şerekî de ye. Ev jî ji ber Berxwedanvaniya Gelê Kurd e. Dewleta tirk destpêkê bi çeteyên wek DAIŞ û El-Nusra êrîş kir. Destpêkê di milê olî de êrîş kirin. Ol, ziman cil û berg ev hemû girêdayî çandê ye û nasnameya gele. Di dirokê jî xwestin gelê Kurd bikin misliman, lê ew dem gelê Kurd ola wan Zerdeştî bû. Dema Gelê Kurd ev guhertine qebul nekirin, ew dem xwestin wan bi temamî tune bikin.”
WEK CIWANÊN KURD PÊWISTE BERSIVA ME LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER ÇANDÊ HEBIN
Berav got, ‘dema xwestin Gelê Kurd bi temamî tune bikin, ew dem pêwist bû çanda vî gelî tune bike’ û wiha berdewam kir: “Li ser gelê Kurd gelek polîtîkayên qetilkirinê dan meşandin, herî dawî li Til Rifatê komkujiyek pêk anîn. Ev komkujî, komkujiyek fîzîkî bû. Lê di milê din jî şerê derûnî û çandî heye. Ger tunebûna gelekî di armancê debe, ew dem pêwiste destpêkê çanda vî gelî bê tunekirin, ji ber çand nasnameya gel bixwe ye. Li ser gelê Kurd ev hate kirin. Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyê yek bi yek xwestin li ser gelê Kurd ev tunebuna çandî pêk bine, lê biser neketin. Herî zêde jinan ev çand parast. Misal bi xwarin, cil û berg, heta deqê xwe vê çandê parastin. Di nava jiyanê de bûn parazvanên vê çandê. Îro jî ciwanê me wek paşverutiyê li van tiştan mezê dike, dibêjin em ê çawa wan li xwe bikin. Ger em îro li gundên xwe binerin em ê bibin ku ne wek berê ye. Çand tenûrê nemaye, êdî di firinan de nan tê çêkirin. Di her malê de ji bo pêwistiyekê tiştekî eletronîk heye. Teknolojî tiştekî başe, lê ger em milê çandî de binerin me şûnde dibe. Ciwanên me giştî xistine yek qalîbî. Li welatê wan û li tevahî cîhanê çi dibe ne li ser bala wan e. Em wek ciwan pêwistin li dijî vê yekê rabin û li dijî tunekirina çandî têkoşîn bikin. Ger em têkoşîn nekin, em ê tune bibin herin.”
BI HUNERA XWE EM LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE NE
Jina ciwan bi navê Rihav Zilfo ku di rêveberiya Kevana Zerin de cihê xwe digre û di beşa Mûzikê de xebat dimeşine ev tişt da diyar kirin: “Pêwiste em bi hunera xwe li kêleka şervanên xwe cih bigrin. Ev komkujî ji dirokê ve heta roja me îro didome. Wek komkujiya Helepçe, heta roja me Îro ku li Bakur Rojhilatê Sûriyê komkujî tên kirin. Her diçe rû qirêj ê dewleta tirk a dagirker derdikeve holê. Dewleta faşîst a tirk dixwaze bi wan kiryarên xwe împeratoriya osmanî jinûve zindî bike. Bi her awayî dixwaze Gelê Kurd, Dirok û Çanda wan tune bikin. Her gel bi ziman, çand û diroka xwe heye. Ji ber vê dixwaze di milê çandî û her wekî din gel tune bikin. Li Bakurê Kurdistanê jî em dibin, Navendên Çandê tên girtin û li ser wan zext tên meşandin. Em jî wek jinên ciwan em ê li dijî qirkirina çandî heta dawî têkoşîn bikin. Wek gotina “Huner lêgerîna heqîqetê ye” em ê jî bi çand û hunera xwe li kêleka şervanên xwe cih bigrin.”
ÇANDA ME HEBÛNA ME YE
Endama Kevana Zerin Zelal Musa jî ev tişt anî ser ziman: “Em wek gelê Kurd di pêvajoyek dirokî re derbas dibin. Şerê me ne tenê siyasî an leşkerî ye, şerekî ewqasî çandî ye. Dijminê me dixwaze di her warî de me tune bikin. Ji bo Kurdan şerekî hebûn û tunebûnê tê jiyan kirin.” Zelal di dawiya axaftina xwe de da diyar kirin ku pêwiste Ciwan çanda xwe biparêzin.
ÊRÎŞÊN DAGIRKER JI XEBATÊ ME RE NIKARE BIBE ASTENG!
Civin jî ku di Kevana Zerin de cih digre û di xebatê Mûzikê de li gitarê dide ev tişt anî ser ziman: “Qirkirina çandî ji bo Kurdan wek komkujiyek giştiye. Dewleta tirk a dagirker dixwaze me hem fîzîkî hem jî di milê çandî de me tune bikin. Şerekî Taybet li ser me dimeşine. Bi derûniya mirovan dilîzin. Vê jî herî zêde bi riya çapemeniyê dike. Minaka wê ya herî nêz Serêkaniyê ye. Li Efrîn jî gelek berhemên dirokî xerab kirin, dirokê tune kirin. Ev jî bingeha xwe ji tunekirina Kurdan digre. Wek ciwan em ê li dijî wan kiryaran hertim li berxwe bidin. Nikarin exlaq û çanda me tune bikin. Bi xerab kirina tarzê jiyana me dixwazin çanda me tune bikin. Em jî li dijî vê xebatê xwe yê çand û hunerê mezin dikin. Em nahêlin êrîşên dagirker ji xebatê me yê çand û hunerê re bibe asteng.”