NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî vê êvarê li ser hesabê xwe yê twitterê de got: “Çareseriya dosyaya girtiyên DAIŞ’ê yên li gel hêzên wan, bi beşdariya nûnerên rasteqîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye. Çareseriya dosyayên 12 hezar girtiyên DAIŞ’ê tenê li Cinêvê û li ser maseya NY’ê pêkan e. Her wiha çarenûsa wan bi rêya çareseriya siyasî ya Sûriyê û bi piştgiriya NY’ê diyar dibe.”
Di heman demê de wezîrê karê derve yê Frasns got ku çareserî bi beşdarbûna nûnerên rastîn ên Sûriyê li Cinêvê ve girêdayî ye.
Daxuyaniyên Mezlûm Ebdî û daxuyaniya wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Laudry heman nirxandin bûn. Dema ku got, DAIŞ’iyên li cem QSD’ê girtîne, ji ber rewşa welêt nikarin li Iraqê werin ceza kirin û çarenûsa wan bi çareseriya siyasî ya Sûriyê ve û bi piştgiriya NY’ê ve girêdayî ye.
Beriya niha QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî kiribûn, da ku çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtîne werin cezakirin.
For sure the issue of SDF-held 12,000 ISIS detainees can only be solved in Geneva & under the UN umbrella. Indeed as stated today by the French FM @JY_LeDrian this problem can be included in the discussions in Geneva. This can only happen if the real representatives are included.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) 15 Aralık 2019