DÊRIK – Bi sedan şêniyên bajarê Dêrik û navçeyên wê berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir ku beşdarî merasîma şehîdan bibe. Navên şehîdên Berxwedana Cenga Rojava wiha ne; Mihemed Mihemed (Navdar Kerkûk), Mihemed Ferosoper (Bakir Terxê), Bekir Îbrahîm Ezîz (Zerdeşt Kermiya), Avaşîn Ezîz (Rêber Bokan). Ev şervan di Berxwedana Rûmetê de dema ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didan, şehîd bûbûn.
Piştî şêniyan darbestên şehîdan wergirtin, bi karwaneke ji dehan erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Xebat. Li goristanê hevalên şehîdan darbestên wan hilgirtin û ber bi qada goristanê ve çûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Sarûxan axivî û sersaxiya malbatên şehîdan kir.
Sarûxan di axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya parastina destkeftiyên bi saya kedên qurbanî û şehîdan pêk hatine ku wan destanên lehengiyê nivîsandin û mohra xwe li sicîlên dîrokê di parastina mirovahiyê de xistin.
Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîdan hatin xwendin û di nava tilîliyên dayik û dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan de, radestî malbatên wan hatin kirin.
Piştre cenazeyên Avaşîn Ezîz û Mihemed Ferosoper li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Dê sibe cenazeyên her du şehîdan; Zerdeşt Kermiya û Navdar Kerkûk di deriyê Sêmalka re bi rê bikin başûrê Kurdistanê.