NAVENDA NÛÇEYAN
Me hestira xwe ya bejin kin, cir nexweş û serhişk bi zehmetî heya cihê xwarinpêjê bir. Ji bo ku em bêjin ev serkeftineke, hîna zuye. Birsgîrêka me ya sereke jî, emê bi çi awayê van tiştane bar bikin , dîsa wê hêstir van tiştan bi çi awayê rake ye. Tiştên ku em bibin jî pir bûn. Wek varilek gaz, nîv varil av, ji bûna çar rojan nan, makarna, bîdonek biçûk tirşo û her wiha tiştên me yê tekakesî jî.
Li gormin me dikarî em alîkarî bi xwazin. Ji ber ku riya me pir dur û berjor bû. Tiştên me jî pir bûn û bêteşe jî bûn îhtîmalek pir mezin wê zehmetî bi da me. Ew riya ku em têra biçin jî, riyekê pir zehmete. Bê bar di wê riyê re çûyîn jî mirovan ji hev dixist, lê bêguman ê bar radike hêstire. Ji bo vê jî, ji bo ku barê hêstirê di rê de ne zehmetî bide me ne jî bide hêstirê, peewiiste em bar baş çeebikin.
Heval Dîlan wek min ne di fikîriya. Li gel xwe di got, hêzamin jî heye û ez dikarim gîrê bidim. Di got; min li Botanê gerîllatî kiriye, ma ezê ne karibim barek gîrê bidim. Ji xwe bawer bûyîna heval Dîlan her çiqas min kewfxweş dike jî lê, ez çûyînê di fikirim…
Heval Bermal jî, ji bo vê mijarê tu şîroveya pêşnaxe. Niqaşêmin û yê heval Dîlan guhdar dikir. Di got hun dizanin. Heval Bermal ferîşteya manga me bû. Heval Bermal wê demek şunde çi were sere me bê agahdar bû.
Ger ku li hember karekê bawerî nîn be, ji bo wê ked û hewildan jî kêm dimîne. Li hember tevgera heval Dîlan û Bermal min tinê li wan meyzedikir û tepey me jî li me meyzedikir û di got; bisekinin ezê çi bênim serê we. Me ne dikarî bar gîrê bidin. Me çiqasî sexlem gîrêbida jî wê heya tepe em ne biriba.
Gergerokê rojê jî, ji bo rewşa me meyze bike hate gel me. Alikarîya me bar rakir ser hêstirê. Ya girink jî gîrêdana bar bû. Heval Medya got birastî jî ez bar gîrêdanê zêde nizanim. Ew jî çû.
Heval Dîlan ta anî barê hêstirê girê da. Min jî jêre got ya girink sexlem kirina wê ye, ta çiqas hebe jî girink nîne. Dîsa min got, ger rê de barê me bikeve, wê vekirina van tayane zehmet be. Heval Dîlan li min zivirî, rûyê wê yê sipî sor bû bû, çavên wê yê rengê qehwe bi aciz bûn, min meyzekir. Ji min re got; ez dizanim min bi çi awayê girê daye dema ket ezê bikaribim ve bikim. Min timî di got nabe.
Herê dawî me çantey xwe jî girê da û em ketin rê. Heval Dîlan tayê serê hêstirê girti bû, ez û heval Bermal jî dawî de di meşiyan. Em ketin dinava gelî de me riya xwe girt û em meşiyan. Carekê min dît heval Dîlan di riyek dinda diçe, min jî gazî kir û got; “riya me şaşe.” Heval Dîlan ne bihîst û riya xwe berdewam kir.
Dema me mangên hevalên xort derbazkir, em ketin di nava latan de. Heval Dîlan jî berê hêstir da gelî. Sirtê ku berê hêstir dabuyê, hemû kort bûn. Wê riyê de hêstir dayne aliyek, mirov jî nikarin derbas bibin. Di vê riyê de carêkê hevalên tepeci asê ma bûn. Ez bê deng bûm. Dema hêstir di nava wan latan re di çû ew varelên avê û gazê li latan diketin. Dema ew varêl wîsa li wan latan diketin min di got qey seremin li wan lata dikeve. Ew çariyek nîn bû ku em ketibûn rê. Barê hêstirê di milê rastê ve şemîtî. Em sekinîn, me barê hêstirê çêkir û me riya xwe berdewam kir. Em di cihek wisa astengde di meşiyan ku, ez bi xwe pir şaş dimam ku ew hêstir di vê riyêde çawa di meşiya. Dema ku ez li ser van mijaran difikirîm, di wê kêliyêde hêstir sekinî û heval Dîlan jî qêrîn li ser hêstirê de dida û ji mere jî got; “hun jî piştê de lê bidin.” Lê me çiqasî lê da jî ne di meşiya. Piştî çend deqîqe şunde, me dît ku hêstir meşiya. Hêstir meşiya lê, ne ket bîra me de ku ew hêstir wê bi çi awayê ser wê kevir re biçe. Dema hêstir lingê xwe avet ser kevir, xwest lingê xwe ya dûyêmîn bavê jê, ketina wê û gindir bûna wê bu yêk. Li ber çavê me ew barê xwe yê xahrve neh, deh teqle avet û piştê wê jî cihê kê de sekini. Ne di karî rabe, bi awayekê dirêşkiri wisa sekinî ma. Em hersê jî bi awayêkê pir bi hişyar me lê meyzedikir. Heval Dîlan runiştî bû, serê xwe kiri bû di nava destê xwe de, wisa sekini bû. Ez û heval Bermal jî li ser linga matmayî ma bûn. Me her duya got “hêstir mirî ye.” Min jî got; “hêstir mir, emê bi çi awayê tiştên xwe bikşînîn tepe.” Bi gotina min re heval Dîlan got; “hêstir miriye tû jî behsa tişta di kî.” Heval Bermal bê ku wext sera derbas bibe bi rev çû ji hevalên xort alîkarî xwest. Hevalên xort jî ketina hêstirê dîtî bûn. Ji bo wê pir zû gihiştin me. Sê heval bi lezû bez çûn li gel hêstirê. Xwastin tayê wê vebikin lê bê feyde bu. Heval Dîlan wîsa girê da bû ku, encex wê di kariya vebike. Rengê rûyê heval Bermal ji tirsa zer bû bû. Heval Bermal her car, hêstir miriyê an jiyan dike ji hevalan pirsdikir. Bi riya pirsên heval Bermal me dizanî ku hêstir jiyan dike. Min ji kewfxweş bûyînê ji heval Dîlan re got; “başe hêstir nemiriye, lê bi rastî jî ji mirinê erzan filitiye.”
Bi rastî jî dilê mirov pir bi hêstirê di şewîtiya. Ji devê wê û lingê wê xwîn di herikiya. Hêviyên min ji rabuna wê nîn bû. Berê hewa tarîbibe pêwîste em bigihijîn tepe. Lê, dema min rewşa hêstirê meyze dikir, bi rastî jî hêviyên min ji bo tepe ne diman. Min jî got; “ma cudatir hêstir nîne?” Min li hember hêstirê wek her tim dudilî jiyan dikir.
Hevalên xort hêstir rakirin, kurtanê wê vekirin xweşik girêdan. Piştre jî dest bi bar girêdanê kirin.
kanê tepecîtiya me ya kevin. Em nîva şevê di ketin rê. Me erzakê xwe, bîdonek ava xwe û mirtoxeya xwe ya sar bûyî digirt û em di çûn tepe. Lê em pir li hember hêstirê jî ne biyanî bûn. Li her cîh û li her qadê jî ne bûya, lê Botanê hêjmara hêstira pir bû. Navê wan jî hebu, dîsa li wan siwar bûyîn qedexe bû, wan birçi hêliştin nîn bû.
Pişti ku bar xweş girê dan, hêstir ber bi zinarave derxistin, birin pişt zinaran. Li ser riya me tu zinar nîn bû. Lê riyek wisa stêl bû ku, ketina bar îhtimalek pir mezin bû. Hevalek xort got; “bar wek kevir çê bûye, hun dikarin heya serê heyvê jî bi vê barê biçin.” Min jî xwe ne girt û dîsa got; “wê ev bar li jor bikeve.” Hevalê xort got; “na na nakeve.” Lê tirsa dilê min de derbas ne di bû. Vê carê ez ketim pêşiyê heval Dîlan, bê ku tiştek bêje ket dawiyê. Hêstir pir bi lezû bez behna xwe dida, heval Bermal jî dilê wê pir bi hêstirê di şewîtî, di got; “em kêmek bisekinin bila hêstir behna xwe bide.” Heval Dîlan jî got; “heval Bermal hêstir behna xwe na din. Ji ber ku bar li ser pişta wê ye, em çiqas bisekinin jî bê feydeye.” Min jî got; “temam ew dem em dikarin hêdi biçin.” Heval Dîlan got ji bo hêstirê ne başe ji bo vê heval Dîlan hat pêşiyê ez jî çûm dawiyê li gel heval Bermal. Em hati bûn cihê herî bi xeter. Carna min lingê hêstirê meyzedikir û ji xwere di got; “wê hêstir çawa biçe.” Me îhtimalê ku bi şemite da, ji bo wê me çend gava xwe da başde. Bi giştî çariyek riya me ma bû. Li jor dengê heval Rojîn, Melsa û heval Dersîm dihat. Me got; başe em gihiştin, gotina me di devê me de ma. Barê hêstir di milê çepê de şemiti. Me rastkir. Riya me pênc deqîqe ma bû. Lê riya herê zehmet bû. Hevalên me yên jor ji mere gotin “hun li kur man. Me got qey hun îro nayên.” Bi me henek dikirin. Min xwe amadekir ku ez bersiva wan bidim. Lê wê kêliyê de lingê hêstirê şemitî û ket erdê, barê ser jî hemu ketin xwarê.
Ez ewqas aciz bûm ku, di mejiyê min de zengil lexistin. Me barê hêstirê vekir û wan tiştan jî kîşand mangê.
Heval Rojîn ji bo me meqerneyek di hundirê wê de tijî penîr çêkiri bû. Me xwarina xwe xwar û çayê xwe jî vexwar. Westan dina li ser me kêmek ji be derbas bû. Me ji hevre hatina xwe ya tepê di got û em bi hevre di keniyan. Heval Rojîn ji Botan’ê bû, di nava henekên xwe de ji mere di got “manga çapemeniyê biçe tepe wê wiha be.”