NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomîne. Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Qizelî yê Girê Spî dan ber bombeyan.
Li aliyê din jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîş bire ser gundê Xirbet ê 15 kêlometreyan dikeve Kobanê.