NAVENDA NÛÇEYAN – Li Edene û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kir.
EDENE
Polîsên dagirker ên Tirk li Edene û Meletiyê li ser fermana Dozgerê Komarê yê Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin. Polîsên dagirker ên Tirk li Taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser malbata Ferhat Sezgin de girt û ew binçav kir. Polîsên dagirker ên Tirk gelek pirtûkên wî desteser kirin û Sezgîn birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
MELETÎ
Polîsên dagirker ên Tirk li Meletiyê jî bi ser gelek malan de girt û Hevseroka ESP’ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamentera HDP’ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP’ê Gulê Dogan, Reyhan Bakır û Hatûn Aydin Polîsên dagirker ên Tirk kir.