NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê ve, di van 3 rojên dawîn de êriş û tevgerên dagirkeriyê domandin. Artêşa dagirker, li seranserê sînor û li ser herêmê bi balafirên bêmirov fealiyetên keşfê li dar dixe û li gelek qadan herêmên sivîl hedef digire.
EBÛ RASÊN
Komên çete bi obus û hewanan êrişî gundê Til Werid kir.
TIL TEMIR
Komên çete ji gundên Amriyê, Erbeîn û Ing El-Hewa êrişî çeperên şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan kir. Di çarçoveya parastina rewa de şervanan bersiva êrişan da û di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.
EYN ÎSA
Komên çete bi obus û hewanan bi dijwarî êrişî gundên Qiz Elî, Sewame, Xifiyê, Dibis û Xirbit Faris kir, her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bejahî ve jî xwest xwe nêzîkê hinek herêman bikin ji bo ku dagirker bikin. Di encama van êrîşan de şervanên me di çarçoveya parastinê de li dijî van êrîşan sekinîn.
Di encama van êrîşên ku artêşa dagirker li dar xistiye de 2 hevalên me şehîd bûne û 3 hevalên me jî birîndar bûne.”