NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 16’ê Kanûnê dema şervanên wan li herêma Holê ya Hesekê ku dewriye digeriyan kete kemîna çeteyan û şervanê wan ê bi navê Elî Mihemed şehîd ket.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya daxuyaniya xwe sersaxî da malbata şehîd Elî Mihemed û ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest, diyar kirin ku wê xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta dawî biparêzin.
Nasnameya şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd bûye wiha ye:
Nav û Paşnav: Elî Naso Mihemed
Navê Dayikê: Mesriya
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Um Hucêra, 03.03.1985
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hol, 22.05.2017
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundewarên Holê, 16.12.2019