QAMİŞLO – Nivîskar Xalis Misewer wek dîroknasekî êrîş û siyaseta qirêj a dagirkeriya dewleta Tirk ên ku li ser gelê Kurd bi salan e dimeşîne ji ajansa me re nirxand û wiha got: “Dibêjin ku dîrok dubare dibe, ez dibêjim dîrok dubare nabe, lê belê li cem Kurda dîrok dubare dibe, ji ber çi divê mirov mînakê jê bigre, fêrbûnê jê bigre, ji bo ku em zanîbin bê çi bi serê me hat ji bo ku careke din ev tişt bi serê me ne yê, em dersekê jê bigrin. Tim dîroka me Kurda dubare dibe, tim komkujî bi ser me tên û em nizanin bê çawa.
Em bejin niha li qadî Mihemed li Mihebatê çawa Sofyît rêkeftin ji qadî mihemed re çêkiribu, çawa Sofyît dev ji qadî Mihemed berda, eyinen wek Rusya çawa ku me artêşa wê xiste Efrînê ji bo ku çavdêriyê bike, bangî dewleta Tirk a dagirker kir û got “Werin ev cih min ji we re çêkiriye” û raşte artêşa xwe û reviyan çûn Şamê, eyinen di Mehebatê de Sofyît ji Îranê re got “ Werin va min vê dere ji were amadekiriye, ez derdikevim”. Qadî Mihemed Şehîd xist û dewleta Kurda a ku 11 mehan serbixwe mabu ew dewlet xirakir.
Di rêkeftina Lozanê de çima Kurd têk çû?
Ne tenê ji ber Mistefa Kemal çû bi Îngilîz û Frensa re rûnişt têk çû, ev yek jê ye. A herî mezin di Lozanê de têk çû Sofyît bû, Sofyît çima wilo kir ji ber ku Sofyît dît ku wê dewletek paşverû di navbera wê û tirkiya de çêbibe, Îngilîz û Frensa ew dewlet çêkirine ji bo ku ji xwe re bikin bingehek û êrîşî Sofyît bikin. Me nimuna wê da çawa ku li ser serê me dibin kom û Erdê me, Zarokê me, Jin, Kal û Pîr û qetilama pêk tînin, ev qetilkirin li cem wan ne girînge. Ya girîng li cem wan ku berjewendiyê xwe bi parêzin, İnsanetî, Mirovatî li cem wan tine.
“Ji azadî û hebûna Kurdan ditirsin”
Dîroknas Xalis di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di geliyê Zîlan de sala 1903’an de Tirkan Kurd şewitandin, ew jî bi alîkariya dewletên derdorê bû. Niha em binerin di İtîfaqa Sayikis Pîko de Kurd kirin çar perçe hinek dan bindestê Îranê, bindestê Tirkiye, bindestê Sûriye, bindestê Îraqê ji bo ku Kurd rojek ji roja nebin dewlet.
Kurd gelekî zaneye mêjiyê wî heye Kurd xwe naxe bindestî kesî, tu carî insanê Kurd û bi taybet di dema eşîra de û heta niha Kurd xwe naxin bin destê kesî, Kurd tu carî koletiyê ji xwe re qebûl nake. Di vir de ji azadî û hebûna Kurdan ditirsin. Niha li tirkiye hemû welatê Kurda ye ji ber ku axa Kurda ya herî pîroze ji bo vê yekê dixwazin her axa me dagirbikin. wek Çegerxwîn dibêje “ Welatê Kurda Zîv û Zêre”.
“Me mirovatî di Şoreşa Rojava de isbat kir”
Xwesteka dewleta Tirk ku Kurda tunebike li ser axa Kurdistanê û Kurdistanê dagirbike ji ber ku Kurdistan tev Zêr û Zîve û cihê wê İstiratejîke, insanê ku destê xwe deyine ser Kurdistanê dikare deste xwe deyine ser temamî Rojhilata Navîn ji ber vê yeke tirk dixwazin hetanî dawî kuştin, komkujî çêbe ji bo ku Kurda tunebikin, dixwaze were axa me dagirker bike. Ji ber ku dît êdî em ber bi dîmokratiya xwe ve diçin, me insaniyet çêkiriye, me mirovatî di şoreşa Rojava de isbat kir, û azadiya jinê derket holê ji bo vê ditirse ku Jin bibe xwedî îrade, ji ber ku dizane dema ku jin bibe xwedî îrade wê desthilatdarî tunebibe. Ev êrîşên ku niha li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşîne ên destpêkêne ji bo ku Kurda tunebikin, armanca wan ya sereke ew e, ji bo vê ewqasî dixwaze bi rengekî hovane Kurdan tunebike”.
Xalis di dawiya nirxandinê xwe de balkişand ser yekîtiya Kurda û wiha anî ziman: “Em bang tevahî gelê Kurd û yê Cîhanê dikin ku îro em bibin yek, yekîtiya xwe çekin li dijî dewleta Tirk a dagirker. Heger em îro Yekîtiya Kurda çênekin, em giş li ber linga herin, em bên koçberkirin, bên kuştin ji bo vê yekê pêwîstiyê me îro bi Yekîtiyê heye”.