BIRADOST – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çend deverek ên herêma Biradostê bombebaran kirin û di van kêliyan de jî balafir bi awayek nizim bi ser asîmanê herêmê de digerin.
Piştî saetên nîvro balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çend deverek yên herêma Biradost ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Di van kêliyan de jî balafirên şer bi awayek nizim bi ser asîmanê herêmê de digerin.
Li gel bombebarana devera Wertê, gundên Binarê Qendîlê, balafiran herî dawî gundên Mêrgerîş û Mêrgemîr ên herêma Biradostê jî bombebaran kirin. Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rojnews’ê ji herêmê ragihandî, di encama bombebaranê de ziyanek mezin bi rez, bax û zeviyên welatiyan ketiye. Her wiha ji ber êrîşên dewleta Tirk heya niha zêdetirê 18 gundên herêmê vala bûne. Li gora heman zanyariyan di van kêliyan de jî balafir bi awayek nizim bi ser asîmanê herêmê de digerin.