GIRKÊ LEGÊ – Dê û bavê şehîd Rawan Girkê Legê yê li Serêkaniyê şehîd bû der barê êrîşên dagirker ên dewleta tirk a faşîst û li beramberî vê bêdengiya dewletên navnetewî ji ajansa me re nirxandin.
Bavê şehîd Rawan Elî Mervan da diyarkirin ku Kurdan mal û milkê kesî talan nekiriye û wiha berdewam kir: “Ez bavê şehîd Rawan’im. Em eslê xwe ji gundê Girkê Dişbêrin, lê niha em li Girkê Legê dimînin. Îro dewleta tirk bi alîkariya dewletên navnetewî êrîşî me dike. Ev dewletên navnetewî li hemberî wan êrîşan bêdeng dimînin. Erdogan di navbera me û xwe de li ser sinor diwarekî daniye. Me tu kesî xwe ser diwarê wî neavêtiye û zarokê wan ne kuştiye. Me malê we talan nekiriye. Me wan ji gund û xaka wan dernexistiye. Erdogan bi piştgiriya wan dewletên Ewrûpî ev tiştana tine serê me. Erdogan bi lîstokên xwe Şer dixe navbera Kurd, Ereb, Suryan û netewên din. Çi şer çêdibe bi tiliya Erdogan çêdibe. Di hemû şeran de êrîşî Kurdan dike û dixwaze wan tune bike. Me xwe ser diwarê Erdogan re neavêtiyê û xerabiyan bi ser wî de ne biriye. Erdogan ji milê din xwe ser diwar re avêtiye û êrîşên me kiriye û zarokên me qetil dike. Di tu baweriyan de serê mirovan jêkirin tune, lê Erdogan seriyan jêdike. Di tu kitabên baweriyan de talankirin û kuştina zarokan nehatiye helal kirin. Lê îro Erdogan bi navê Îslamyetê diaxive û li gorî xwe diyanetek ava kiriye. Erdogan bi diyaneta xwe Xwedê tune hesab dike û dixwaze miletekî ku Xwedê ew xulqandiy tune bike. Tunekirina miletekî û ev kiryarên Erdogan dike helale ma? Na xwedê tala wan tiştên ku Erdogan kiriye û hin jî dike helal ne kiriye!”
Dayika şehîd Rawan dayê Meryem jî hêra xwe li dijî êrîşên dagirker û kiryarên Erdogan û dewleta tirk bi van gotinan anî ser ziman: “Ma Erdogan çi ji me dixwaze û zarokê me dikuje? Çima hatiye ser axa me û warê me talan dike? Çi heqê wî heye wan tiştan dike? Erdogan çawa zarokên me şehîd xist û malên me talan kir, bila Xwedê jî mala wî xerab bike, û zarokê wî li ber çavê bikuje!”