MERDÎN – Li gundên Şêba Jêr û Şêbê yên di navbera navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê de 17’ê Kanûnê leşkerên dagirker dema ku operasyonê kirin, şer derketibû. Piştî şer leşkerên dagirker Tir 6 gundî destgîr kirin.
Leşkerên Tirk ên dagirker 17’ê Kanûnê li Gundê Şêba jêr ê Şemrexê û Şêbê yê Derikê operasyonek kiribûn. Walîtiya Mêrdînê 17’ê Kanûnê qedexeya derketina derve li gundan ragihandibû. Piştî qedexeyê û operasyona leşkerî, leşkeran bi ser gund de girtibûn û 6 gundî gundî destgîr kiribûn. Leşkeran li Gundê Şêbê bi ser malan de girt û welatî Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgin, Nezîr Demir, Aydin Ozrak û Bedrettin Ozge destgîr kirin.
6 gundiyên hatin destgîrkirin birin Mirûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Piştî operasyona 17’ê Kanûnê hat diyar kirin ku şer derketiye û di şer de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Diyra bû ku cenazeyê 4 kesan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.