NAVENDA NÛÇEYAN – Bi ya Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê gelek êrîş çûne ser başûr û rojhilatê Idlibê. Balafirên şer ên Rûs heta spêdeya Înê jî gelek qad dane ber bomeyan.
Mala Çavdêr ragihand di rojekê de 462 caran êrîşa hewayî û bejahî anîne û ji du aliyan jî gelek mirî hene.
Li gorî daxuyaniyê ji komên çete yên Idlibê bi kêmanî 38 kes mirine û 29 lekerên rejîmê û 17 kesên piştevanên rejîmê hatine kuştin.
Her wiha hate diyarkirin Pêrşemê jî di bombebaranê de 2 jê jin û 1 jê zarok 11 kes mirine.
Hate gotin bi vê operasyonê re hêzên rejîmê gundên Um Celal, Um El Tîwene, El Rabîa, El Şara ên rojhilatê başûr ên Idlibê bi dest xistin.
Mala Çavdêr Pêrşemê jî ragihandibû li herêma Maaret El Nûman ku cihê çavdêr ê leşkerî yê Tirk lê heye şer giran bûye û cihê çavdêr ê Tirk xwestiye ku bikeve na qadên rejîmê yên ku şer lê nîne.