Bermal Hakkarî
Fêhm kirin û wate dayîna jiyanê, bi taybet naskirina zindîweran, mirov û bi naskirina rastiya xwe, mîsoger bi fêhm kirina tekoşîn û lêgerinên gerdûnê dikare were fêhm kirin. Atom, dendik, şanê yên ku, dibin sedema avabûn û pêk hatina hemû zindiyan ên ku, hebûna xwe pêk tînin di nav tawizinek wusa ye ku êqlê mirov nagire. Ev lêgerîn û tevgerîna wan ya ji bo jiyan, hebûn û heyînê îfade ya heqîqetê dike. Bêguman tevgerîn û lêgerinên her atom, hucre, pêlên enerjî yê hewildana, xwe ava kirine ye, em bandora van tevgerên di jiyana xwe ya rojane de dikarin bibînin. Bi taybet guhertinên ku di xweza ya yekem û mirov de pêş dikeve mirov dikare bibîne. Dibe ku her yek vê rastiyê nebîne, ên ku dikarin vê heqîqetê bibînin, pêwîste bi feraseta wate dayîna jiyanê, wate dayîna hebûna xwe û tevahî zindiyan jiyan bike. Ên ku dixwazin bibînin û hilbijartina xwe ji bo jiyanek wiha bikin dikarin vê heqîqetê di jiyana rojane de bibînin.
Jiyan ne tenê ji xwarin, vexwarin, kar û xebatên rojane pêk tê, ev tenê beşek ji jiyanê ye. Mirovên xwedî armanc û hedef, ji bo feyde bide kes, civak û mirovahiyê di lêgerinên xwe de hilbijartina xwe li ser jiyana bi wate dikin. Yên ku wate nedin jiyanê nikarin wate bidin xwe, civak, hemû hebûnên zîndî, wê nikaribin wate bidin çêbûn û lêgerinên gerdûnê jî. Ji bo mirov bi wate jiyan bike, pêwîste wate bide jiyanê, jiyanê bi nirx jiyan bike. Ji bo vê jî beriya her tiştî pêwîste xwe nas bike û xwe bide naskirin. Ji bo xwe gihandina rastiya heqîqetê, beriya her tiştî nirx û dîroka mirovahî ye pêwîste nas bike û xwe di nav vê rastiyê de bibîne. Ji bo lêgerinên heqîqet û xwe gihandina jiyana bi wate pirsên ku em ji xwe bi pirsin;
Ez kî me? Ez çawe ava bûme? Ez berbi ku derê ve diçim? Ez dixwazim çi bikim? Ez çawe jiyan dikim? û Pêwîste ez çawe jiyan bikim?
Dema ku me wêrektî kir ku em van pirsan ji xwe bikin û me karî bersiva wan da wê demê pêngavên berbi heqîqetê vê tên avêtin. Li gor nêrîna min zanist û entelektûel bûna herî rast jî di naveroka van mijaran de veşartiye.
Di roja me de enteletûel bûn û zanista ku pêş dikeve di destê desthilatdaran de buye wek amûrek; ji rastiya mirovahiyê, ji felsefeya jiyanê, ji nirxên dîrokî qut û lingên wan li hewa ye. Tenê em dikarin ji vê re bêjin komkirina agahiyan. Ev kom bûn dema ku ji exlaqê civakî, exlaqê mirovahiyê qut hat destgirtin, ziyan û zererên pir mezin dide mirov, xweza û tevahî gerdûnê. Zanist û enteletûelbûna ji exlaqê mirovahî dûr, rê li ber felaketên pir mezin vedike. Rêbaza ku modernîta kapîtalîst bi kar tîne û pergala xwe li ser ava dike, înkar kirina hemû nirxên mirovahî, hewildana ji holê rakirin a civaka exlaqî û polîtîk e. Ji bo pergala xwe di tevahî cîhanê de serdest bike çar set sal zêdetir bê navber, bi rê û rêbazên cûrbecûr dide meşandin. Encamên ku derdikevin holê şer, pevçûn, birçîbûn, bê karî, mêtingerî ya li ser kedê û di zihniyet de hilweşandin bi xwe re êrîşên pir mezin li ser mirov û xwezayê daye ava kirin. Ev jî hiştiye ku nexweşiyên ku neyên derman kirin û pirsgirêkên civakî derkevin holê. Kes yan jî civakên (ketina bin bandora pergala kapîtalîst ji holê radikrina civakê ye) ku ketin bin bandora pergala kapîtalîst, kesayetên hov(yoz), ên ji rastiya dîrok, nirxên mirovahî ye dûr, ji rastiya xwe dûr ava dike. Ên ku mikroba kapîtalîzmê girtine, di jiyanê de taybetmendiyên berçav jiyan dikin. Mînak, zarok ji dayîk, bira ji bira, cîran ji cîrantiyê kes ji civakê, qut dike û dûr dixe. Her yek bi jiyana xwe vê mijûl dibe, civakbûn lewaz dikeve û tekakesî- ez ezîtî pêş dikeve. Taybetmendî û kesayetên ku pergala kapîtalîst dixwaze ava bike li ser van bingehan tê ava kirin.
Pergala heyî hêz û rihê ku mirov li ser piyan digire, kelacana jiyanê, hezkirina ku xeyal û hêviya jiyanê bi hêz dike û nirxên exlakî polîtîk ji holê radike.
Kesên ku pergala modernîta kapîtalîst wek pêşketinê dibînin û dibêjin ku ev pergal vîna kes derdixe holê, di xapandinek pir mezin de jiyan dikin. Kesên wiha ketine nav çember a heştpê(ahtapot) û agahî yê wan ji wan nîne. Birîqîna sexte ya kapîtalîzm ewqas ew bandor kirine ku tarîbûnên di derdorên wan de hatîye hûnandin nabînin. Bi riya tv, reklam, moda, xwarin, vexwarin gelalê (model) bangawazî yê li kesê bê hêvî, bê armanc, bê çand, bê kok dike. Niha di cihanê de nexweşiyên sereke pênceşer û obesîte ye. Gelo em qet vê pirsê ji xwe dikin, çima di van salên dawî de ev qas obesîte pêşketiye?
Ya yekemîn; bi nêrîna me, dema ku mejiyê mirov her dem bi xwarin, vexwarin, li xwe kirina cilan, zewac û hwd. hat bombe baran kirin wê demê kes bi van bandor dibin û jiyan kirinê tenê di van mijaran de girtina deste.
Ya duyemîn; civak ji çandînî, xwarinên xwezayî û hewaya paqij qut kirine. Guhertinên ku di genetîka zerzevat, fêkî û hwd. de tên çêkirin, destwerdan û mûdexale kirina xweza ya mirov û hemû zindiyan, mirovan berbi nexweşiyên bê derman dibe. Dema ku mirov ji kedê, ji çandînî ye, ji xweza hat qut kirin, hemû jiyana mirovan bikeve destê kedxweran ew jî li gorî berjewendiyên xwe dizayn bike, wê demê hilbijartina mirov bi şêweyek azad pêşnakeve. Pergal çi bixweze û sifrek çawe ji civak û kes re pêşkêş bike ew pêk tê. Kesên bê vîn û xwe bûyîna xwe winda kirî ji sofra kapîtalîst tîmar dibin. Bêguman ev tîmarbûn bi tendûrîstî pêk nayê.
Ya sêyemîn jî; çav birçîtî ya ku tê jiyan kirin e. Pergala kapîtalîst ji ber ku kes ji maneviyatê, ji nirxên civakê qut dike, her dem di kes de valatiyek derûnî dide jiyan kirin. Vê valetiyê jî bi xwarin, vexwarin, têkiliyên sexte, ajo, pere û hwd. di xwaze dagire, lê ew valetî nayê dagirtin. Di rastiya jiyanek wiha de kes, di rih de birçîbuyînek jiyan dike. Em tû car ji bîr nekin ku valatiya manevî tû îmkanên madî nikare dagire. Em bêjin ku fîzîkî jiyan dike, di rastiyê de fîzîka ku ketiye bin bandora pergala kapîtalîst wek robotek e, pergal çawe bixweze wê fîzîkê dide tevger kirin.
Tû zindî bi tena serê xwe nikarin jiyan bikin, kesên ku ji civak û civak bûnê qutbûnê şansê wan ê jiyanê namîne. Pirsgirêkên ku di roja me de tê jiyan kirin, dema em li çavkaniya wê dinêrin dibînin ku di bingeh de heman çavkanî hene, lê şewaz hatiye guhertin.
Di vê rastiyê de herî zêde keda jin û ciwanan tê desteserkirin, ev jî dihêle ku birînên pir kur, derûniyek xirab û jiyanek bi pirsgirêk derkeve holê. Pergal jinê wek meta, amûr, neçarî ya zilam kirin, hemû rêyên jiyanê asteng kirin û keda jin ji bo berjewendiya xwe bi kar anîn bi xwe re pirsgirêkên civakî ava dike. Eger pêşiya vê pergala xwîn mij neyê girtin wê renginî ya wêne ya jiyanê, hêdî hêdî rengên wê tarî bibe, wê tenê yek renk derkeve holê, ew jî rengê reş e. Pergala kapîtalîst wê wekî rengê reş li ser hemû rengan bandor bike û rengîniya jiyanê dorpêç bike.
Nezanî, xwe ne perwerde kirin, girêdan bûna jiyanek madî re, pergala kapîtalîst tîmar dike ev jî dihêle ku roj bi roj ev pergal xwe li ser vê bi hêz bike, têmenê xwe dirêjtir bike. Kesên ku xwe perwerde nekin, ji nirxên manewî dur, ji hezkirinê bêpar û ji nirx bûyînê dûrin. Feraset û derûniya ku jiyan dikin, bê wate dîtina jiyanê, bê xeyal, bê hêvî û her wiha di valahî de jiyan dikin. Ev jî tê vê wateyê, kesên ku lêgerinên wan ên azadiyê, ên jiyana bi wate tûnebe wê demê tiştek bi navê jiyanê jî namîne. Di pêşiya jiyana bi wate û azad de çiqas astengî hebin jî, lê ji bo vê tekoşîn dane meşandin her dem nirxek xwe yê mirovbûnê heye. Her mirov dikare di çarçoveya mercên xwe û ezmûnên dîrokî û ezmûnên jiyanî xwe bi hêz bike. Li vir mijara herî girîng ewe ku her yek bikaribe van rastiya derbixe zanabûn e.
Di nava civakan de dibe ku çand, ziman, bawerî fikrên cuda hebin. Kes nikare van înkar bike, ev cudahî xwezayîn e, ev cudahî rengînî ava dike civakan dewlemend dike. Kesekê ji kesek din mezintir-biçûktîr, baştir-xirabtir nîne û tû kes nikarê van rastiyan înkar bike. Ji aliyê desthilatan de çiqas ev rastî hatibin berovajî kirin û înkar kirin jî lê heqîqet winda nabe. Lêgerînvanên heqîqetê wê vê rastiyê derxînin ser dika dîrok ê. Ji bo ku kes û civak xwe bigihîne rastiya zanabûna azdiyê, xwe ji nexweşiyên pergalê û zihniyeta serdest an rizgar bike rêbaza herî bingehîn xwe û derdorê xwe rohnîkirin, perwerde kirin e. Di tarî bûnê de ronahiya ku rê nîşanî me dike feraset û felsefe Rêber APO ye.
Her çiqas tekoşîna vê pir dijwar û zehmet jî bê bi wate û bi nirx e. Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran kes ji bo heqîqetê canê xwe dane, hatine şewitandin, hatine perçe kirin, hatine darde kirin lê li ser riya heqîqetê ne zivirîne û heya henase xwe ya dawî berxwedane.
Pêwîste kes ji cihana kapîtalîst ya tarî derbikeve û bi nêrînek felsefîk li derdor û jiyanê binêre. Wê demê dikare xwe, derdorê xwe û jiyanê jî hez bike. Wê demê dikare wate bide xwe û bide jiyanê jî. Wê fêhm bike ku jiyana ji nirxên civakî û menêwiyatê dur çiqas bê wate û madî ye. Wê demê wê fêhm bike ku çiqas ji cewherê xwe dur ketiye. Em ji bîr nekin ku cihê ku menevîyet kem dibe, li wê derê bi mijê hatiyê dorpêç kirin. Ev jî dihêle ku jiyanek ne zelal, bi guman were jiyan kirin. Civakên ku nirxên wan ên manewî û exlaqî bilind bin, di wê civakê de şansê zanîst û kefxweşiyê zêde dibe û bi wate jiyan dikin.
Di gerdûnê de tû hebûn bê sedem ji xwe re avanebûye. Yek atom jî bê wate ava nebûye, hemû hebûn di tewazinekê de xwe û dedorê xwe ava dike. Jiyan yekpare ye. Jiyana her mirov, her zîndîyek bi wate ye.