HAMBÛRGÊ – Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hambûrgê hate kirin, ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşgerên cîhanê deqeyek rêz hate girtin.
Piştre jî hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got: “Şehîd erkekî mezin danî ser mile me.”
Koç diyar kir ku wê girêdayî bîranînên şehîdan û li ser şopa wan bimeşin. Piştre aktivîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger mafê axaftinê girt. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku Şehîd Stêrk di nava malbatekî welatparêz de mezin bûye li her qada têkoşîna azadiyê de cihê xwe girt.
Hate gotin ku xwişkekî Stêr jî din ava refên têkoşîna azadiyê de ye û ev hate gotin: “Stêrk hevrêyek mînak û şoreşger bû. Berdêl çi dibe bila bibe, em ê têkoşînê mezin bikin û tola wan hilînin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê OSmanoglû wê 27’ê Kanûnê li Hannoverê bi mîtîngekê bê bibîranîn.