MINBIC – Meclisa Ciwanên Şoreşger a Minbic û gundewarê wê civîna xwe ya salane bi dirûşmeya “Ciwanên rêxistinkirî serî hildidin, dagirkeriyê têk dibin, welat rizgar dikin. Berxwedana Rûmetê wê bi serkeve” li dar xist.
Civîn li hola civînan a Meclisa Qanûnsaz a li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê bi beşdarbûna endamên meclisa ciwanan, nûnerên saziyên sivîl, komîteyên Rêveberiya Sivîl û nûnerên ji Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojî Xaliya Nimet axivî, bal kişand li ser rola ciwanan di şoreşê de axivî û bang li wan kirin û rêxistin û asta têkoşîna xurt bikin.
Bi navê Meclisa Jinan, endama Meclisa Neqşiya El-Xelîl jî di civînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Heger em bixwazin civakeke şarestanî ava bikin divê em ji avakirina ciwanan destpê bikin. Ji ber ku ciwan lingê sereke yê civakî ye û roj bi roj îrade, hêz û îsrara xwe ya têkoşîna ji bo avakirinê îsbat dike.”
Bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hevserokê partiyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebûd civîn pîroz kir û hêviya serkeftinê ji ciwanan re xwest.
Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiya civînê yên ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, partiyên siyasî û rêveberên meclis û komînan ve hatibûn şandin, hatin xwendin.
Civîn bi xwendina rapora salê ya meclisa ciwanan berdewam kir. Her wiha belgefîlmeke li ser karê ku di nava salekê de dane meşandin, hate pêşandan.
Piştre nîqaş li ser xebatên meclisê, rewşa rêxistinî û pirsigrêkên ku li pêşî derketine hatin kirin.
Beşdaran li ser gelek biryaran û plansaziya dema pêş li hev kirin. Ji wan têkoşîna li dijî zihiyeta desthildar, olperest, zayendperest û netewperest, ji bo doza azadiya jin û pirsgirêka tundî û zewaca di temenê biçûk de têkoşîn were kirin.
Civîn bi xwendina encamnameya civînê bi dawî bû. Ji xalên encamnamey; divê ciwan rola xwe di parastina gel û welat de pêk bînin, divê li hemberî fikrên paşverû û zihniyeta kapîtalîst têbikoşin, her wiha ji bo rakirina tecrîda li ser “Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan” xebat were meşandin.