Jina Ku Ji Qada Civakî Hatiye Qutkirin Jina Zêdetir Di Xizmeta Mêr De Ye
Jin, bêyî reza mêrekî ji malbatê, hevserê xwe yê ku wê pê re bizewice jî nikare bi îradeya xwe ya azad hilbijêre. Di gelek civakên Rojhilata Navîn de piştî ku hevserê jinê dimire, ji bo ku namûsa malbatê neçe ba kesekî din, zarokên wî nebin malê mêrekî din an bi birayê hevserê xwe re, ger ev nebe ji malbatê bi mêrekî din re tê zewicandin. Ji bo vê zewacê jî li erêkirina jinê jî nayê nihêrtin. Wê çend zarokan bîne her tim ji aliyê mêr ve tê diyarkirin. Ji ber ku jin li gor civaka baviksalar wek mal tê dîtin di zewacan de awayê berdêliyê pir tê dîtin. Li hember keçeke ku ji malbatekê hatiye girtin keçeke din didin wê malbatê û dema yek ji aliyan bi hevsera xwe re li hev neke û berdan çêbibe şert datînin ku yê din jî hevsera xwe berde. Tu hewcedarî nabînin ku fikra jinê bipirsin jî, ji ber ku ew tenê maleke mijara guhertinê ye û divê dol bigire. Jixwe ji ber ku her tim wek mal tê dîtin bi qelen tê zewicandin. Dîsa serê her jinê buhayek ku nirxa wê ya madî diyar dike tê dayîn. Yê ku vê buhayê bide dibe xwediyê jinê û dibe xwediyê mafê bi dilê xwe bikaranîna wê.
Ji her jina ku bixwaze bi serê xwe jiyan bike re her cure êrîş rewa tê dîtin. Yan jî di nav qalibên jiyana modernîteya kapîtalîst de bi feraseta azadiya takekesî, ya rastî bi feraseta azadiyeke çelexwarî ji hemû nirxan tê qutkirin û di rewşeke ji berê xerabtir de tê kolekirin.
Di hunera ku rêya herî xweş a xwe afirandin û hilberandina mirov e de jî hêza wê ya afirîner hatiye çewisandin, dengê wê qedexe, heram û guneh hatiye hesibandin. Tenê dikare ji êşên xwe re zêmaran bilorîne. Yek ji hunerên herî kevn ê mirovahiyê muzîk û çanda dengbêjiyê wek şêwazeke xweîfadekirina jinê her tim hebûye. Lê ji ber ku qada civakî bi temamî ji jinê re hatiye girtin êdî hema bêje tenê mêr dengbêjiyê dikin. Em di gotinên van dengbêjiyan de dibînin ku jin xwedî kapasîteyeke hunerî ya çiqas bihêz e. Ji ber ku gotin her tim ji devê jinê tê gotin. Jin di serdema dayîksalariyê de di ber her karê xwe de muzîkek, newayek afirandiye û hemû karên xwe bi vî rengî meşandiye. Dema ku zarok di xew radike, çandiniyê dike, li ser debrê, li aşê, di giha dirûn û berhevkirinê de, şîr dotinê de, di teşî ristinê de, tevn çêkirin, cil û bergan şûştin, paqijî kirin û hemû karên rojane û demsalî yên hwd. bi stranan kiriye. Ev di heman demê de pîroziya ku ji bo afirandinê tê dayîn e jî. Çîrok, çîrvanok, stran, klam û destan hemû afirîneriyên jinê ne. Di her karê ku kiriye de ciwankariyê (estetîkê) li pêş girtiye, afirîneriya xwe jî tevlî motîfên ku ji xwezayê girtiye kiriye û bi honandina wan nexş bi nexş nexşandiye û xweşikiyan tevlî jiyanê kiriye.
Lê bi sazîbûna pergala baviksalarî re ev hemû hunerên jinê yeko yeko hatiye qedexekirin û wek guneh hatine dîtin û ji dest hatine girtin. Ya ku ji wê re maye; tenê bi karên nav malê re mijûlbûn û bi hunerên destkariyê qîma xwe anîn e.
Her wiha qada civakî ya ku bi temamî di venêrîn û serdestiya mêr de ye û jin li dervayî hatiye hiştin veguheriye karesatê. Qada civakî ya ku merhamet, dilovanî û xweşbîniya ku ji xwezaya jinê tê, tê de tune be her tim şer li pêş e. Şer, kuştin, birîndarkirin, dizî, talan, xesp û derew ji bo pergala baviksalarî êdî jiyana rojane ya pir ji rêzê ye.Di Siyaseteke Ku Wê Jin Tevlî Bibe de Derfeta Berdewamkirina Aqlê Serdest Ê Mêr Tune Ye
Jin, tevî ku hêza avaker û pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk e piştî ku aqlê serdest ê mêr dibe desthilatdarî derbarê meşandin û diyarkirina jiyana xwe û jiyana civakî û siyasî ya civakî de mafê gotinê ji dest wê hatiye wergirtin. Tevlîbûna jinê ya siyasetê heta sedsala dawîn jî bûye sedema cezakirinên giran. Ev qad weke qadeke tenê aydî mêr hatiye diyarkirin. Di rastiyê de, di gelek qadên jiyana civakî de tevî ku hêza birêvebir a rastî jin e jî keda wê bi zanebûnî nayê xuyakirin, ev ked, ji aliyê mêrên herî bêkêr û ji qabîliyeta birêvebirin û meşandina kar bêpar ve jî tê desteserkirin. Tenê birêvebirin, meşandin û îdarekirina karên malê ji wê re hatiye hiştin ku ev jî jixwe her tim wek karên hewce nakin, ji rêzê û sivik tên nîşandan.
Di polîtîkaya ku mêr dimeşîne de tu car dîtin û nêrîna wê nehatiye girtin, jixwe ji ber ku her tim kêmaqil tê dîtin bi viya hewcedarî jî nayê dîtin. Di hin demên dîrokê de di tevlîbûna wê ya siyasetê de jî zêdetir ji komplo û qurnaziyan re ew kirine amûr lê tu car wek kirdeya siyasetê nehatiye dîtin. Li kêleka qralê xweda yê mêr, xanedan, pêxember û rêveberin din tenê weke amûra xeml û sûsê sekiniye, tu carî mafê gotinê nedanê. Di siyaseteke ku wê jin tevlî bibe de derfeta ku aqlê serdest ê mêr xwe berdewam bike tune ye. Ji ber ku ev rastî tê zanîn her tim bi pêkutî û qedexekirinan re rû bi rû maye. Lê di du sedsalên dawîn de piştî ku zanîna jinê bi pêş ket û bi rêxistin bû bi têkoşînên dijwar ên ku daye bûye xwedî mafê tevlîbûna siyasetê û hilbijartin û hilbijêrînê. Lê hê jî di hin dewletên ku hê jî bi dogmayên olî yên giran tên birêvebirin (weke Siûdiya Erebistanê) ji van mafan bêpar e. Di roja me de jî tevlîbûna wê ya siyasetê di rengê mêr de ye. Ango bi rengê xwe tevlîbûna siyasetê pir bi sînor e, kêm e. Civaka exlaqî û polîtîk a bi pêşengiya xwedavenda dayîk, bi modernîteya kapîtalîst re, bi polîtîkayên qirêj ên aqlê zilam veguheriye civakeke bêexlaq.
Di Qada Aboriyê De Qirkirinên Jinê
Yek ji qadên ku qirkirina jinê ya herî zêde û kûr lê tê pêkanîn jî aborî ye. Jin afirînera çandinî û aboriya malê ye. Piştî ku di pêşengiya jinê de ax hat çandin û çandiniya bi rêk û pêk hat kirin berhemeke pir muazam derdikeve holê. Her kes bi qasî hêza xwe û bi dil tevlî vê hilberînê dibe. Berhema ku bi hevkarî ji aliyê komê ve tê derxistin, ji aliyê jinê ve bi wekhevî û adilane, bi qasî pêwîstî pê heye û bi qasî ku wê bikaribe xerc bike tê belavkirin, tu kes birçî namîne. Birçîbûn û rewşên wek vê tenê di encama bûyerên xwezayê yên weke xela, lehî û sermayê de pêk tên. Aboriya ku bi desteserkirina mêr êdî ji bin destê jinê derdikeve êdî tenê di xizmeta beşekî diyar de ye. Rêbertiya me vê rewşê di parêznameyên xwe de gelek berfireh dinirxîne.
“Ya ku hat desteserkirin jin bixwe, zarok û lêzimên wê yên din bûn, danehevên çanda manewî û madî ya hemûyan bûn, talana aboriya malê ya destpêkê bû. Li ser vî esasî em dibînin ku rêxistina rahibê proto, şaman, şêxê bi tecrûbe û mêrê bi hêz dest didin hev û hêza (rêveberiya pîroz) hiyerarşîk a baviksalar a destpêkê û herî demdirêj ava dikin, ev di hemû civakên di merhaleyên heman de heye. Heta merhaleya çînîbûn, bajarîbûn û dewletîbûnê, di jiyana civakî û aborî de aşkere ye ku ev hiyerarşî roleke diyarker leyîstiye.
‘Zilamê qurnaz û bi hêz’ wek dizekî dikeve aboriya malê ya jinê. Bi talanê qîma xwe neanî. Ya girîngtir jî her tim jinê di bin destdirêjiyê de digire û ocaxa malbatê ya pîroz vediguherîne cihê çil heramiyan. Tu carî ruhê xayînekî ku dizane çi dike terk nekir, berneda. Tovên daneheva sermayeya yekem di van her du mekanan de hate avêtin. Ya yekem; li nêzî aboriya malê, malê bixwe dagir kirin, ya duyem; li hember yekdestdariya hatiye rewakirin a fermî ya dewletê, wek yekdestdariya taybet, di navendên çil heramiyan de an nêzî wan cî girtin.”
Piştî bi vî awayî talanê dest pê kir êdî civak careke din bi xwe ve nehat. Desthilatdariya li ser berhema zêde û sermayeyê hat sazkirin li ser hemû civakê hat sazkirin. Di bingeha şeran de zêdetir xwedîderketina zîhniyeta desthilatdar a li berhema zêde hebû. Di her şerekî de bi hezaran, bi milyonan mirov hatin kuştin, gund, bajar û navçe hatin talankirin. Êdî ne tenê jin mirovahî dihat kolekirin.
Axa ku di serdema dayîksalar de dest bi çandiniya wê hat kirin, mirovahiyê xwedî dikir û parçeyek ji xwezayê ye jî hatiye mulk-kirin. Kes an jî malbatên ku parçeyên axê yên pir mezin di dest xwe de digirin, kole û gundiyan bi nanozikoyî didin xebitandin. Di vê derê de koletiya jinê hîn cuda ye, birastî qatqatî ye. Ji ber ku carekê hem koletiya xwediyên axê û amûrên hilberînê dike hem jî li malê koletiya hevser, bav û mêrên din ên endamê malbatê dike. Jixwe êdî ji hilberînê hatiye qutkirin û di malê de tê hebskirin, wek malek bûye mijara dan û stendinan. Di qadên sewalkarî û çandiniyê yên ku hê jî tê de hilberîn û karên herî giran dike de jî keda wê her tim biçûk tê dîtin, wek karên herî ji rêzê, sivik û bênirx dike lê tê nihêrtin û wisa jî tê nîşandan. Dema ku keda bingehîn dide, hêza kar a esas e jî weke alîkar be tê nîşandayîn, di navenda kar û xebatê de her tim mêr tê rûniştin û ev hemû pêvajo navê wî digirin. Piştî pêşketina bazirganiyê jî kirdeya wî mêr e. Hemû têkiliyên bazirganî yên ji aliyê mêr ve tên birêvebirin her tim li ser esasê kâra herî zêde ye. Diyardeya kedê her tim di pişt perdeyê de dimîne. Mirov jî tê de her tişt dibe mijara bazirganiyê. Wek mal û mulkek dan û stendinên koleyan ji dema ku baviksalarî bi sazî bû û heta îro berdewam dike.
Ji ber ku li ser berhema zêde her tim pêşbirka bi rêkurtê, ango bi kedeke kêm rûniştin heye, beşên di vê pêşbirkê de tên dagirkirin û di bin de dimînin her tim mehkûmî birçîbûnê tên kirin. Kî ev beş jî aliyekî mezin ên civakê ne. Ango beşeke mezin ê civakê (ji % 80-90) tevlî hilberînê dibe lê tenê beşekî biçûk (ji %10-20) ji berhemê para pir digire.
Bi taybetî piştî şoreşa senayiyê, bi destpêkirina makînebûnê, vê car mirov wek koleyên bi destheq tên xebitandin. Kedxwariya herî mezin jî bi kapîtalîzmê re dest pê dike. Mirov, saetên gelek dirêj, di şertên xerab de, tenê bi nanozikoyî tên xebitandin. Jina ku bi destheq dixebite û debara esas a malbatê dike, her tim weke alîkarî ji bo debara malbatê dide bav, bira, kekê xwe an jî hevserê xwe tê dîtin û wisa tê nîşandan. Bi ser de bav, hevser an jî mêrên din ên endamên malbatê dest datînin ser destheqa wê. Tenê beşeke bi qasî bikaribe pêwîstiyên xwe yên biçûk bi cî bîne jê re tê hiştin. Li kargehê mêr tenê vardiyayek dixebite lê jin kar, mal, hevser û zarok jî tê de çar vardiya dixebite. Piştî ku ji kargehê derket jî ji bo rolên xwe yên malê bi cî bîne baz dide. Dema wê ya bêhnvedan, xwe dana hevdu û tevlî çalakiyên çandî bûyîn ya qet tune ye yan jî pir bi sînor e. Ji ber ku her tim di nav bazdanek de ye û nikare bi qasî ku pêwîst e li xwe binihêre di temenê ciwan de ji hev de dikeve, bi nexweşînên başiya wan tune ye re rû bi rû dimîne.
Li kargêhê tevî ku bi mêr re heman karan, heta pirî caran karên zêdetir sebir, dem, baldarî û qabîliyetê dixwazin dike jî bi cihêkariya cinsî re rû bi rû dimîne. Nikare bi mêr re heman destheqê bigire, xwedî heman ewlehiya kar nîn e. Her tim weke hêza kar a erzan tê dîtin. Li kargehê bi acizkirin û tacîza mêr re rû bi rû dimîne. Lê bi tirsa ku wê ji kar bê avêtin an jî ji ber ku dizane jixwe pergala hiqûqê ya bi şexsiyeta mêr wê mêr ceza neke bûyerên ku tên serê wê nikare bibêje.
Lîberalîzma ku îdeolojiya kapîtalîzmê ye jinê tenê nekiriye karkera bêdestheq a malê, wê weke objeyeke cinsiyetê kiriye meta û daye bazarê. Di mêr de tenê ked tê metakirin, jin bi hemû beden û ruhê xwe tê metakirin. Bi vî awayî koletiya herî xetere hat avakirin. Ew êdî ne tenê jina mêrê xwe ye. Bi hemû kesayeta xwe tê metakirin. “Ji koletiya her kesî re amade bûn, an vebûn ji koletiya ji kesekî re qat bi qat xeteretir e. Dehfika ku modernîteyê ji jinê re daniye ev e.”
Di serdema modernîteya kapîtalîst de jinên Rojavayî êdî zarokan naynin. Di civakên xizan de jin bi pir zarok anînê pêwîstiya hêza kar a erzan a welatên senayîbûnê bi cî tînin.
Bêyî ku keda jinê ya bêheq hebe ne tenê karkerek ne jî xwediyê kar dikare bijî, heta nikarin pêwîstiyên xwe yên herî ji rêzê jî bi cî bînin. Ev realîte bixwe jî rastiya aborî ya bingehîn a ku pergala dizek dixwaze ser bigire ye. Yek ji derbeyên herî mezin a ku li jinê hatiye xistin jî ev e.
Jina Ku Cinseltiya Wê Hatiye Qedexekirin, Çewisandin
Cinseltiya ku Rêbertiya me weke yek ji operasyonên ku aqlê mêr li ser jinê daye meşandin bi nav dike di qirkirina jinê de di rola amûreke mezin de ye. Di hemû xwezayê de cinseltî bi zêdebûnê re eleqedar e û bi armanca berdewamiya jiyanê ye. Lê ev rewş di mirovê mêr de bi armanca dîlgirtina jinê ye. Di pergala dewletparêz de ji ber ku zeafa cinseltiyê ya mêr û hêza jinê ya bi rêya cinseltiyê îqnakirina mêr tê zanîn cinseltî ji bo jinê her tim qedexe û guneh e. Ew tenê ji bo zewqa ku mêr dixwaze bidê û dol bigire amûrek e.
Mêr, bi jinê re têkiliya cinsî ya yekem wek xerakirina bekareta jinê digire dest. Û dema viya dike jî bi rastî desthilatdariya xwe ya li ser jinê nîşan dide. Bi xerakirina bekareta wê êdî xwediyê wê yê esas ew e. Di hin civakan de berya vê têkiliya yekem mêr li jinê dide. Ev pêkanîn bûye weke kevneşopekê. Bi lêdana destpêkê wisa bawer dike ku wê li ser jinê desthilatdariyê deyne, wê ditirsîne, dike ku ji hemû daxwaziyên wî re serî deyne. Hele jî jin ne bakîre be ev rewş nîşan dide ku beriya hevserê xwe li derveyî yê ku civaka mêrê serdest û cinsiyetparêz ji bo wê diyar kiriye re têkilî daniye. Ew êdî qirêj bûye û mirinê heq dike. Weke metayekê mafê bikaranîna yekem ji dest mêrê xwe girtiye. Mêr yan wê dikuje yan jî dişîne ‘mala bavê wê’ û dibêje ku bi kêrî wî nayê û wê naxwaze. Bi vê rewşa wê, jinê teşhîr dike û dihêle ku civak jî bi çavekî qirêjbûyî lê binihêre. Belê ya li mala bavê wê li hêviya wê ye jî fermana mirinê ya ku wê ji meclîsa malbatê derkeve ye. Ji ber ku jin bi îradeya xwe tevgeriyaye û ev jî nîşaneyek e ku wê mêr nikaribe li ser wê kontrolê deyne. Navê bênamûsiyê li viya tê kirin û jin tê qetilkirin.
Di cîhana roja me de jî ji bo jin cinseltiyê daxwaz neke tê sinetkirin. Û ev rewşa derveyî mirovahiyê bi fetwayên olî tê rewakirin. Ji bo parastina namûsa jinê ev, weke pêkanîneke pêwîst tê nîşandan û civak bi viya tê bawerkirin. Jina ku sinet bûye êdî nikare daxwaziyên cinsî bike, bixwaze jî êdî nikare pêk bîne. Sineta jinê ya ku fizîka jinê xera dike, ji pir cure nexweşiyan re rê vedike û carna jî bi mirinê bi encam dibe, di qirkirina jinê de bi qasî ‘Recm’ê paşverû û dermirovî ye.
Heta roja me jî di tu civakê de jin nikare bi dilê xwe cinseltiyê bijî. Cinseltiya ku li derveyî zewacê bijî şerm, guneh û sedema mirinê û weke sosret tê dîtin. Tevî ku cinseltiya jinê di bin pêkutiyeke wiha de tê giritin, di roja me de êdî amûreke seksê û îştaha cinsî û desthilatdarî her tim li serê tê cêribandin e. Ji wateya pîrozî ya ku di civaka xwezayî de ji bo cinseltiyê dihat dayîn tu şop nemaye. Jinê veguherandine amûreke seksê. Bi taybetî di civaka kapîtalîst de cinseltî heta asta jirêderketinê hatiye derxistin. Pergala bazarê ya kapîtalîst ji bo zêdetir xwe bazar bike di her qadên jiyanê de motîfên cinsî belav dike. Bi vî rengî îştaha mêr çêdike û jinê pêşkêşî bazarê dike. Bacên ku ji kerxaneyan tên girtin di nav hatiniyên bacê yên dewletan de di rêza yekem de ne. Jixwe êdî tu maneya mala taybet û mala giştî (kerxane) jî nemaye. Ji ber ku êdî her der û her jin êdî jina mala taybet û kerxaneyê tê hesibandin.
Îstîsmara cinsî, bi pornografiyê li ser bedena jina ku hatiye metakirin serdestiyeke kûr ava dike. Dikin wek beşeke endustriyê û jin tê dagirkirin, mêr tê tevizandinê. Hemû endamên civakê ji rê tên derxistin û tînin rewşeke wisa ku ji têrbûna cinsî pêştir nikarin tiştekî bifikirin û biafirînin.
Mamoste Û Hîndekara Mirovahiyê Ya Dilxwaz Û Berdewamî Jina Dayîk
Jin hêza xwe ya herî mezin ji hilberîn û zayokiya xwe digire. Jina dayîk ji zayîna zarok dest pê dike û her tim di nav karê hîndekarî û perwerdeyê de ye. Xwarin, vexwarin, meş, cil lixwekirin, axaftin û hemû tevgerên din ên ku di jiyanê de pêwîst in bi awayekî bi rêk û pêk dayîk dide zarokên xwe. Vana bi hezkirineke mezin, sebreke bêdawî, bi kedeke mezin û bi enerjiyeke naqede bi cî tîne. Ev perwerde di tevahiya jiyanê de berdewam dike. Waye di vê maneyê de jina dayîk ji gavên yekem ên destpêkê yên ku mirov dest bi mirovbûnê kiriye ve mirov perwerde dike. Piştî ku pergala dayîksalar torên xwe yên bi lanet davêje ser civakê ev rola jinê jî tê tunekirin. Wekî ku mêr zarok xwedî dike, mezin dike, perwerde dike û tevlî jiyanê dike, jin tenê wek a ku diwelidîne di civakê de cî digire. Sînorên zanîn û zanebûnê wek zanîna xwedin û nivîsandinê, di dibistanên pergalê de perwede dîtinê tên danîn. Di vê maneyê de jî ji saziyên perwerdeyê yên heyî jî li derve tê hiştin û her tim nezan tê nîşandan. Zîhniyeta desthilatparêz her tim ji jina perwerdekirî ditirse. Ji ber ku jina ku li hember pergalê xwe xurt kiriye, perwerde kiriye û bûye xwedî hêza parastina cewherî, xwe birêxistin kiriye, bela serê pergalê ye. Ger bixwîne, di pergaleke rast a perwedeyê de bê perwerdekirin wê çav-vekirî be û wê evqas rihet baz nede her xizmeta mêr. Ji ber vê yekê destûr nadin ku bixwîne û xwe bi pêş ve bibe.
Di pergala kapîtalîst de karê perwerde û hîndekariyê zêdetir bi jinan tê kirin. Ji ber ku jin jixwe bi xwezayî, di her qada jiyanê de perwerdekar e.
Qirkirinên jinê yên ku me heta niha vekirin di jinê de birînên kûr vekirine. Ne tenê di jinê de, di civaka ku hatiye bêexlaqkirin de jî rê li ber şikandinên kûr û texrîbatên giran vekiriye. Jina ku bi berdewamî dûçarî heqaret, pêkutî, destdirêjî, qetlîam û zordariya mêr bûye di warê ruhî de di nav pêxîrtengiyekê de ye. Bi fizîkî jî ger ne li gorî pîvanên ecibandinê yên mêr be pêxîrtengiyê jiyan bike xwezayî tê dîtin. Ya herî xetere û bi êş jî êdî bi çavê mêr li xwe dinihêre. Ji ber vê yekê ye ku jina ku rastî qirkirinê hatiye di rewşeke bi xwe nebawer, reşbîn, bintûte, ji hêza parastina xwe bêpar, ji xwe şerm dike û nasnameya wê ya cinsî hatiye parçekirin de ye. Ne di wê ferqê de ye ku li aliyê yên ku cinsê wê diperçiqîne cî digire. Ji bo li gor pîvanên ecibandinê yên mêr bin her wekî bi hev re di nav pêşbirkê de ne.
Çanda destdirêjiyê ya li ser jinê tê pêkanîn di pergala kapîtalîst de berbelav bûye û hatiye kûrkirin. Jin, di roja me de tevî destdirêjiya bedenî bi ruhî, mêjî û bîrî jî rastî destdirêjiyê tê. Pergala şaristaniya kapîtalîst ji ber ku mêr jî kiriye bin destdirêjiyê, birêvebirina girseyên rastî destdirêjiyê hatine ji bo pergalê rewşeke hîn hêsan û bi feyde ye. Ev rewş di pergala mêr de navê afirandina girseyên hatine pîrek-kirin e.
Ji bo mirovahiyê yek ji encamên qirkirina jinê yên herî hilweşîner jî texrîbkirina xwezayê ye. Zîhniyeta mêrê desthilatdarparêz jinê di malê de hebs kiriye û hemû têkiliyên wê yên bi xwezayê re qut kiriye. Ji bo vê zîhniyetê êdî xweza ji bilî qada jiyanê ya ku mirovahiyê xwedî dike û diparêze amûra kâra bazirganiyê ye. Bi taybetî jî piştî pêşketina şoreşa senayiyê bi hêrsa kâra zêde çavkaniyên xwezayî kirine qurbana armancên xwe yên aborî, hevsenga xwezayê serûbin kirine. Qadên daristanan tune kirine, av û hewayê qirêj kirine, ahenga ekolojîk a xwezayê xera kirine, texrîbatên vegera wan nemimkun hiştine.
Pêlên Berxwedanê Yên Jina Ku Serî Natewîne
Bêguman dîrok tenê ji van qirkirinan pêk nayê. Li gel ev hemû kolekirin û serîtewandinan bi hemû heybeta xwe yek jî dîroka serhildan û berxwedanê heye. Ruh, nirx û afirîneriyên xwedavenda dayîk ew qas bi hêz û berxwedêr in ku her kêlî di bîra mirovahiyê de veşarî ne, di demên herî tarî yên dîrokê de jî xwe bi rêxistin kirine û karibûye li hember pergalên koledar serî rake. Her çiqas nehatibe nivîsandin jî yek jî ev dîroka mirovahiyê heye. Serdest pergalên xwe weke bêdawî bin nîşan didin û berxwedanan tune nîşan didin û bêwate dikin, van berxwedan û serhildanên bi rûmet vedişêrin û ji bo tune bihesibînin çi tiştê ku ji destê wan tê hebin dikin.
Aşkera ye ku bêyî keda jinê bi tu awayî wê jiyan berdewam neke. Di bingeha hemû afirîneriyan de misoger keda jinê heye. Ger hûn vê kedê bikişînin wê jiyan bisekine. Lê jinê tu carî vê keda xwe texsîr nekiriye, guh daye dengê wîcdana xwe û hêza ku ji mirovahiyê re divê daye. Di malbatên ku kakilê dewletê ne de jin di malên ku tê de hatine hebskirin de, bi parastina nirxên xwe hewl dane bidin jiyankirin. Zimanê zikmakî yên gelan her tim parastine, zarokên xwe bi awayekî herî paqij û saf, biexlaq perwerde kirine û mezin kirine. Li hember pergala zalim a mêr her tim di nav têkoşînê de bûne.
Eşîret, qewm, etnîsîte, cemaet, mezheb û terîqat, kole û fîlozof li hember desthilatdariyan her tim di nav berxwedanekê de bûne. Ku ev jî stûna bingehîn a civakê pêk tînin. Her çiqas hatibin çewisandin, qetilkrin, kolekirin, ji cih û warê xwe hatibin kirin, şandibin sirgûnan, birçî hatibin hiştin, di îşkenceyan re hatibin derbaskirin, hatibin bişaftin jî, di her qelşîteka dîrokê ya ku dîtine de, di her fersendê de dîsa şerê hebûnê dane. Jin, di van hemû berxwedanên esîl û zehmet de hêzeke girîng, wek qehremanên bê nav cî girtine, rola sereke lîstine. Ji bo azadiyê bûne çavkaniya best û îlhamê. Bi aqlê xwe yê hestiyar, bi sebra xwe, bi keda bêsînor a ku dane heta roja me karibûne bibin çavkaniya jiyanê. Nirxên komunal ên civakê parastine, bûne barhilgirên vana yên rastî û nawestin. Viya li gundan, li bajaran, li keşîşxaneyan, li perestgehan, li akademiyan û li partiyên siyasî kirine. Tevî ku pêwendiyên wan ên bi xwezayê re hatine qutkirin jî li çolterê dîsa bûne kedkarên herî cefakar ên çandiniyê, helwestên xwe yên bi xwezayê re dost tu carî neguhertine.
Di hemû şoreş û serhildanên du sed salên dawîn de, her tim li refên pêş cî girtine, ji bo hêviya jiyanê ya mirovahiyê ava bikin, civaka rastîn bidin jiyankirin ji fedakirina canê xwe paşve nemane. Li hember dagirkeriya piralî ya kapîtalîzma hov têkoşînên herî berfireh ên kedê, her tim di pêşengiya jinê de hatine dayîn. Di hemû destkeftiyan de rol û para jinê heye.
Ber bi dawiya sedsala 18. wek awayê fikrekê femînîzm derketiye holê. Di destpêkê de bi daxwaza di civakê de bi zêdekirina mafên ku wê jin jê feyde bigire bi mafên mêr re bînin asta wekhev, mafê dengdanê, ji heman karî re heman heqdest û mafên perwerdeya jinê û hwd. derketiye holê. Gelek teorî û bi viya re paralel gelek rêxistinan çêkirine. Li hember cihêwaziya cinsî di civakê de li xwe haybûneke cidî derxistine holê û gelek destkeftinan bi dest xistine.
Bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd re jinên Kurd jî bi bedelên ku berê hatine dayîn, bi nirxên cins ên ku hatine afirandin û bi destkeftiyan rêxistinbûneke cidî afirandine. Ji bo mirovahî ji nû ve bibe xwediyê nirxên komunî yên ku zîhniyeta baviksalar bi mirovahiyê daye windakirin Partiya Jinê ya Azad damezirandine, artêşên xweser ava kirine û hê jî têkoşîna vêya ya bi hêz û naweste didin. Bûyîna hêviya azadiya jinên Rojhilata Navîn û hemû jinên dinyayê ji xwe re kirine wek rêgez.
Perspektîfên Ji Bo Jiyaneke Azad
Ji bo mirovahî ji nû ve bibe xwedî nirxên bi destê şaristaniya desthilatparêz û mêrê serdest bi wan hatiye windakirin divê civakeke exlaqî û polîtîk bê avakirin. Ji bo vê divê qirkirina jinê rast bê pênasekirin. Bi rastiya ku jin salt ji hebûneke biyolojîk wêdetir diyardeyeke çandî ye divê zanistên civakî bikaribe ji nû ve bên pênasekirin. Cinsiyetparêziya civakî di her qada jiyanê de rast bê tehlîlkirin û têkiliyên di navbera cinsan de li ser bingeheke azad û wekhev bê sererastkirin. Ji bo vê jî divê modernîteya kapîtalîst bi her aliyê xwe ve bê tehlîlkirin, ji bo modernîteya demokratîk a ku alternatîfa wê ye derbasî jiyanê bibe rêxistinên pêwîst bên çêkirin.
Femînîzma ku weke têgeh tê maneya jinparêziyê, divê ji dubendiya mêrparêziya ku dijberiya wê ye bê xelaskirin. Ev jî bi navlêkirineke nû mimkun e. Rêbertiya me ji viya re dibêje ‘Jineolojî’. Mirov ger mijara jinê ji pênaseyên zirav û xasûk ên desthilatdariyê xelas bike ev tenê bi pêşxistina zanista jinê çêdibe. Pêşxistina zanista jinê, parçekirina hemû rûpoşên ku hemû zanist li mirovahiyê ferz dikin e. Ji bo azadiya jinê çalakiya bingehîn a ku divê hemû jin bikin, li hember zanistparêziya di ser kuştina jinê, dagirkerî û diziya nirxên wê de tê pêşxistin avakirina Jineolojiyê û divê Jineolojiyê anîna rewşa dayîka hemû zanistan be.
Rêbertiya me di parêznameya xwe ya dawî ya bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk – Parastina Kurdan Di Nav Lepê Qirkirinê De’ de di bin sernivîsa ‘Hevjiyana Azad’ de diyarkirinên heta bibêjî şênber datîne, çêdike. Bi rengekî ku wê ji mijara me re bibe encam me pêwîst dît ku em bi kurtasî beşek jê bigirin:
“Divê baş bê zanîn ku jiyana hevjiyanê avakirineke civakî ye. Ev jiyan di navbera kesên mê û nêr de pêk nayê; di nav jinanî û mêraniya civakî ku hatiye avakirin de tê pêkanîn. Divê baş bê zanîn ku avakirina serdest her du cinsan jî seqet hiştiye, têkiliya di navbera wan de ji viya bandor bûye û wek têkiliya serdestî xwe di viya de dibîne. Di têkiliya serdestiyê de eşq û evîn bi pêş nakeve. Di evîna mirov de şertê bingehîn, îradeya azad a hempa ya aliyan e.
Li ser navê jiyanê gava yekem a ku divê em bavêjin civaka mirov divê têkildarî jiyana hevjiyanê be. Tu qada jiyanê bi qasî qada jiyana hevjiyanê wedî taybetiyeke bingehîn û diyarker nîn e. Aborî û dewletê weke têkiliya bingehîn hesibandin fikra sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de aborî jî dewlet jî di rewşa amûra jiyana hevjiyaniyê de ne. Jiyanên hevjiyaniyê nikarin di xizmeta aborî, dewlet û olê de bin. Berevajî, divê dewlet, ol û aborî di xizmeta jiyana hevjiyaniyê de bin. Ji ber vê yekê ev berevajîbûn hemû sosoyolojiya modernîteyê girtiye.
Bi jineke bêparastin û mulk e re jiyaneke azad mimkun nabe. Bi exlaqî jî ev ne mimkun e. Ji ber ku koletî tenê dema ku exlaq hate tunekirin pêk tê. Lê em nikarin ji exlaqa hêzên serdest re bibêjin exlaq. Hêza serdest, di vê navberê de mêraniya serdestî tenê bi hilweşîna exlaqa civakî pêk tê. Li gorî ku wê bê jinê jiyan nebe (Berevajî jî derbasdar e; bê ku mêr hebe jî jiyan dikare hebe, lê wê ev bibe jiyaneke bi koletî), xelaskirina jiyanê xelaskirina jinê pêwîst dike. Ev vegotin zêdetir bi jina di nav avahiya civakî de ye re têkildar e. Pirsgirêka jinê ya di nav dinyaya zîhniyetê û têkiliyê de hîn jî girîngiyekê qezenç dike. Heta zîhniyeteke li hemberî îşaretên neyînî yên derbarê jinê de bi serfirazî derdikeve neyê pêşxistin bi gelemperî wekhev, bi taybetî, hevjiyana azad nikare bê jiyankirin. Her wiha wek tezên hember ji bo bi jinê re di asta hevjiyana azad de bê jiyankirin mirov dikare pêwîstiyên divê bên pêkanîn wiha bi kurtasî deyne:
a-Pêşî pêwîstî bi têgeheke jiyana hevjîn a ku berdewamkirina soy, nîjadê, zêdebûnê esas nagire, li gor îdeala mirovahiyê ya gerdûnî, hebûna giyandarên din ên di gerdûnê de jî li ber çav digire û ekolojîk e heye. Asta gerdûnî ya ku civak gihîştiyê bi jinê re jiyankirina azad pêwîst dike. Sosyalîzma rastîn tenê li ser esasên bi jinê re jiyaneke azad dikare bê avakirin. Pêşekiya (ne paşê) sosyalîzmê bi jinê re mutleq girtina asta jiyana azad divê.
b-Ji bo vê bi desthilatdariya serdest û serwer a mêr re bi sazî û zîhnî divê têkoşîn bê kirin û di asta hevjiyana azad de wek sazî û zîhniyet serkeftina vê têkoşînê misoger bike. hevjiyana azad heta ev serkeftin û serfirazî nebe nikare bê pêkanîn.
c-Jiyana bi jinê re divê tu car di wateya herdemîkirina ajoya cinsiyetparêziyê û pir jiyankirinê neyê şîrovekirin. Jiyana cinsiyetparêziya civakî ya ku çi bi şaristanî û çi jî bi modernîteya kapîtalîst anîne asteke seyr û sosret heta mirov di hemû qadên zîhnî û sazî de tasfiye neke, hevjiyana azad pêk nayê, nayê jiyankirin. Di paradîgma û saziyên ku jinê weke diyardeyeke mulk û tişteke cinsiyetparêziyê dibînin de bi jinê re jiyankirin ne tenê bêexlaqiya mezin, di heman demê de awayê jiyana herî şaş û herî kirêt e. Di bin van mercan de tu mînakeke din a diyardeyeke civakî ya ku jinekê û her wiha mêrekî ev qas biçûk bixîne û birizîne tune ye.
d-Bi jinê re hevjiyana azad tenê dema ku mulkiyetparêzî hat redkirin, cinsiyetparêziya civakî ya ku tê îstîsmarkirin bi temamî hat derbaskirin, di her astê de, di mercên ku wekheviya civakî (wekheviya li ser esasên cihêwaziyê) hat bidestxistin de mimkun e.
e-Hevjiyana azad, encax bi jina ku êdî ne amûra berdewamkirina soy, nîjadê ye, ne karkera erzan an jî bê destheq û bêkar e, ji tiştbûnê derketiye û kirdetiya xwe di her astê de pêk tîne re mimkun e.
f-Civak encax di bin van mercên erênî de dikare li gor hevjiyana azad be, her wiha dikare ber bi civaka bi şertê azad û wekhev ve wêrar bibe.
g-Di bin mercên civakî yên erênî de dikare hevjiyaneke azad a jin û mêrên ku nirxa xwe ya avahî û jîrikî bi pêş xistine mimkun bibe.”