NAVENDA NÛÇEYAN – Şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya asîmanî ya balafirên şer ên Rûsyayê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk di asteke dijwar de li bejahiyên başûr û rojhilatê Idlibê di nava pêşdeçûna hêzên rejîmê ji gelek aliyan ve, berdewam e.
Naveneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê piştrast kir hêzên rejîmê li bejahiya Meret Nûman a başurê Idlibê bi pêş de diçin û heta niha ji destpêka êrişên wê yên ji 19’ê vê mehê ve, serwerî li ser 25 gundan kiriye.