GÎESSEN – Li bajarê Gîessen yê Elmanyayê gerîlaya PKK’ê Nadîre Elma (Nalîn) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya (NCDK) Gîessenê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Tevî malbata Şehîd Nalîn, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, gelek Kurdistanê beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê, di merasîmê de li ser navê malbatê, saziya malbatên şehîdan û rêveberiya NCDK-Gîesenê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de şehîdên têkoşîna azadiyê, weke xeta herî bi nirx a têkoşînê hatin binavkirin û di şexsê Şehîd Nalîn de, soza şopandina rêya tevahiya şehîdan hat dayîn.
Piştî axaftinan, li ser jiyana Şehîd Nalîn, sînevîzyonek hat temaşekirin. Merasîma bîranînê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Gerîlaya PKK’ê Nadîre Elma (Nalîn) sala 1999’an li herêma Xerza di şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûbû.
Cenazeyê wê li Şehîdgeha Xerzan ya Bedlîsê li rex hevalên wê hatibû veşartin.
Dagirkeriya dewleta Tirk cenazeyên 267 şehîdan ji şehîdgehê revandibûn û biribûn Stenbolê, li goristanên bêkesan veşartibûn.
13’ê Kanûnê malbatê cenazeyê Şehîd Nalîn girtibû û li gundê Marînê yê navçeya Mêrdînê Nisêbînê veşartibû.