HESEKÊ – Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Hesekê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker perwerdeya Xweparastinê lidar xistin. Di perwerdeyê de ciwanan di çarçoveya Xweparastinê û parastina civakî de fêrî kelêşê bûn.
Ciwanan diyar kir ku ew xwe li ser esasê ‘Şerê Gel ê Şoreşgerî’ amade dikin, da ku li dijî êrîşên dagirker bikarin Gel biparêzin.