NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê hikumeta navendî ya Trablûsê Fayez El Sarac roja Pêncşemê diyar kiribû ku wan piştgiriya leşkerî ya dewleta Tirk qebûl kirine.
Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Haftar ji Afrîcannewsê re axivî û got ku “Dixwazî bila Tirkiye be, dixwazî bila welatên din bin, em hemû welatan hişyar dikin. Hemû hedefên bi guman ew ê werin îmhakirin.”
Di navbera Enqere û Trablûsê peymaneke leşkerî jî hatibû îmzekirin. Li gorî vê peymanê dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe ya leşkerî ya li Lîbyayê zêde bike.
Hêzên Haftar diyar dikin ku Tirkiye ji zû ve ye, hêzeke leşkerî didin hêzên Trablûsê. Hêzên Haftarê di meha Hezîranê de daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ew ê li berjewendiyên Tirkan bidin.
Hêzên nêzî Haftarê roja Şemiyê diyar kirin ku wan li rojhilatê Lîbyayê dest danîne ser keştiyeke bar a Tirk.