NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsyatîfa Zarokên Agirbi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan li Bursa û Stenbolê “Çalakiyên ji Agir” pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê koka sîstema kedxwariyê bi kibritan bê tune kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Înîsyatîfa me di 20’ê Kanûna 2019’an li navnçeyên Bursayê Gemlik, Înegol û Karacabey li gelek noxtên daristanî “Çalakiyên ji Agir” pêk anî. Di heman demê de li Stenbol Sancaktepe li qada Aydos a daristanî jî çalakiyên bi vî rengî hatin lidar xistin.”