NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên roja 74`an a berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
“Artêşa dagirker û komên çete li gelek herêman tevgera xwe ya dagirkeriyê dewam dike û êrişî hejmarek ji gundên li xeta Serêkaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê kir.
TIL TEMIR
Artêşa dagirker bi çekên giran û bi piştevaniya balafirên bêmirov êrişî qadên sîvîl ên li gundên Erîşa û Salihiyê kir. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin gelek zevî û malên welatiyên sîvîl. Her wiha komên çete li derdora gundê Til Mihemed bi çekên giran êriş kir.
EBÛ RASÊN
Komên çete yên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran û hewanan êrişî herêmên sîvîl ên li derdora gundê Bab El-Ferec kir.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker bi çekên giran herêmên sîvîl ên li derdora gundê Tîna bi dijwarî topbaran kir. Di encama wê de ziyanên madî gihîştin zevî û mal û milkên welatiyên sîvîl.”